EFJ: Bila rojnamevanên girtî serbest bên berdan

EFJ: Bila rojnamevanên girtî serbest bên berdan

Serokê Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) Arne König di konferansek de ku li paytexta Swêdê Stockholmê hate lidarxistin û zêdetirê 500 rojnamevan beşdar bûn de axivî û bal kişand ser binpêkirina mafê rojnamevanan û bi taybet jî binpêkirinên azadiya çapemenî û ramanê yên li Tirkiyeyê.

Arne König da zanîn ku beriya 2 salan 45 rojnamevan li Tirkiyeyê di girtîgehan de bûn, ji bo piştgiriyê bidin rojnamevanan EFJê kongreya xwe li Stenbolê pêk anîbû û bal kişand ku rekora girtina rojnamevanan di cîhanê de, di destê Tirkiyeyê de ye. Koning der barê kampanyaya ewladkirina rojnamevanên di girtîgehan de jî agahî da û diyar kir ku kampanya berdewam dike. Her wiha xwest hemû rojnamevanên di girtîgehên Tirkiyeyê de serbest bên berdan.

Piştî axaftina Konig me pêre hevdîtinek pêk anî. Diyar kir ku ew weke EJF ji bo rewşa rojanemvanên li Tirkiyeyê hatine giritn bînin rojeva rayagiştî ya Ewropayê gelek hewl didin û diyar kir ku kampnayay ewladkirina rojnamavenanên girtî ji aliyê sendîka û federasyonên endamên EJFê ve berdewam dikin. Konig da zanîn ku ew armanca wan ew e ku rewşa rojnamevanên girtî ji raya giştî ya Ewropayê re rabigînin û destnîşan kir ku haya gelek rojnamevanên Ewropayê ji bûyerên li Tirkiyeyê tune ye.

Konig da zanîn ku ew dê weke EJFê beşdarî rûniştina doza rojnamevan Bedrî Adanir ê ku 8ê çileya 2010 bi hinceta “propagandaya PKK’ê kiriye” hatiye girtin ya ku dê 27ê mijdarê pêk bê bibin û diyar kir ku ew ê roja 24ê mijdarê û meha berfanbarê li Tirkiyeyê konferansek li ser azadiya raman û çapaemeniyê li dar bixin.

Konig destnîşan kir ku di vê demê de Ewropa di krîzê de ye û Tirkiye di warê abaoriyê de pêş dikeve û da znaîn ku şansê bandorkirina Yekitiya Ewropayê ya li ser hukûmeta AKPê kêm bûye.

Konig got ku divê di serî de rêxistinên rojnamevanan û hemû sazî û rêxistinên sivîl ên Ewropayê zextê li hukûmeta Tirk bikin û ji bo vê yekê hewl bidin.

Konig da zanîn ku ew rewşa rojnamevanên ji doza KCK’ê tên darizandin ji nêzîk ve dişopînin û diyar kir ku ew parastina bi zimanê zikmakî wekî mafekî xwezayî dibînin û wiha axivî: “Em têkoşîna wan a mafdar destek dikin. Em dozê dişopînin. Ji bo rojnamevanên ji doza KCKê îdîanameyek 800 rûpelî heye. Bi rastî jî gelek sucên ku di vê derê de em nikarin fêm bikin hene. Demek berê nunerên PKK û dewletê li Osloyê hevdîtinên aşitiyê pêk dianîn. Ev ne suc e. Lê gava ev rojnamevan dinivîsin, ji ber nivîsên xwe tên li rastî dozan tên. Em nikarin vê yekê qebûl bikin. Ev tişta dikin astnegkirina mafê agahîgirtina gel e. Em îddîanameyê didin wergerandin. Em ê bi baldarî lêkolîn bikin.”

Konig bal kişand ser greva birçîbûnê ya 10 hezar girtiyên Kurd jî û destnîşan kir ku ji bo mirov daxwazên xwe bîne ziman çareya herî dawî greva birçîbûnê ye. Her wiha diyar kir ku li gorî agahiyan çalakger ji bo berdewamkirina çalakiya xwe bi biryar in û got: “Em parastina bi zimanê zikmakî ya girtiyan mafdar dibînin û destek dikin.”