Du rojin malbata Jîna Emînî di malê de girtî ne
Hate ragihandin du roj in destûr nayê dayîn ku malbata Jîna Emînî ji mal derkevin. Malbat di malê de girtî ne.
Hate ragihandin du roj in destûr nayê dayîn ku malbata Jîna Emînî ji mal derkevin. Malbat di malê de girtî ne.
Li gorî nûçeya El Arabiya li bajarê Seqizê dora mala Jîna Emînî hatiye girtin. Îrfan Mûrtazayî ew jî ji malbata Emînî ye ji malpera The Natîonalê axivî û dorpêça malê piştrast kir.
Mûrtazayî yê ku li Başûrê Kurdistanê dijî diyar kir ku dê û bavê Jîna Emînî û birayê wê ji roja Çarşemê û vir ve di malê de girtî ne.
Roja Çarşemê çilê Jîna Emînî bû. Ligel hêzên dewletê gef xwarin jî bi hezaran kes çûbûn ser gora Emînî. Hêzên dewletê gefa girtinê li birayê Emînî xwaribû.
Mûrtazayî got “Jîna bi hezaran kesên wekî wê ji bo ku gelê Îranê bi azadî bijîn, jiyana xwe feda kirin. Hêvîdar im heta ku bigihêjin armanca xwe wê gelê Îranê li kolanan be.”