Du hefteye ji girtiyê Kurd Mihemed agahî nayê girtin

Du hefteye ji girtiyê Kurd Mihemed agahî nayê girtin

Keça Mihemed Emîn yê ku ji aliyê rejima Îranê ve hatiye girt û dest bi rojiya birçîbûnê kiriye Sedrî Agûşî di derbarê bavê xwe de axivî û got: “Ev 14 roje me agahî ji bavê xwe negirtiye, ji ber sedema riya girtîgeha Zehîdan dûre û her wiha berpirsên girtîgehê bersiva telefonê jî nadin.”

Sedrî Agûşî li ser rewşa babê xwe Mihemed Emîn yê ji aliyê rejima Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û li Girtîgeha Zehîdan di rojiya birçîbûnê de ye axivî û da diyar kirin ku, babê wê berê 14 rojan ketibû girêva birçî bû. Lê ji wê rojê heya niha agadarî jê sehnekirine û wiha dewam kir; “Me çend caran bi riya telefonê peywendî li gel berpirsên Girtîgeha Zehîdanê çêkir, lê mixabin telefonên xwe ne rakirin. Li milekê jî behsa mafê mirovan dikin. ji ber çî mafên me binpêdikin? Îro 14 roje bavê min di gireva birçîbû nê de ye. Em nikarin peywendiyên telefonê bikin, nizanîn saxe yan ji mirî ye.”

Sedrî Aguşî di derbarê rewşa gireva birçîbûna bavê xwe de jî got: “Kesekê ji girtîgehê ne xwest navê xwe diyar bike, di heman girtîgeha ku bavê min têde ye bi telefonê li gel xwişka min axivî û got ‘bavê te ketiye gireva birçîbûnê’ ji wê rojê û şûnde me agahdrî jê ne girtî ye.”

Mihemed Emîn Aguşî li gel‌ Îrec Mihemedî û Ehmed Puladxanî yên xelkên bajarê Pîranşarê Rojhilatê Kurdistanê bi hincetên sîxurî, dijayetiya xwedê û alîkarî dayîna partiyekî Kurd ya dijî rejimê têne sûcdar kirin.

Mihemed piştî 7 mehan zêdetir li girtîgeha yek kesî ya Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê veguhestiye û piştî dadgehkirina wî cezayê sêdarê lê birîne.

Cezayê Mihemed ji aliyê Şaxa 31’ê Dîwana Bilind ya Îranê ve hat pejirandin. Piştre dosya girtiyê navborî şandin Liqa Leşkerî, cezayê wî û du kesên din ji sêdarê daxistin 10 salan û şandin Girtîgeha Zehîdan.