Droneyek li Hewlêrê hate xistin
Li ser ezmanê Hewlêrê droneyek hate xistin.
Li ser ezmanê Hewlêrê droneyek hate xistin.
Hate ragihandin ku êvara 6'ê Gulanê li derdora navçeya Çeqlawa ya Hewlêrê droneyek hate xistin.
Li gorî agahiyan pergala parastina hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî droneyek li derdora herêmê xist. Çavkaniyan diyar kirin ku di bûyerê de tu zerar çênebûn.
Heta niha nehatiye zanîn drone ya kê ye.