Dr. Mensûran: Divê Ocalan azad bibe
Çalakvanê siyasî yê çepgir Dr. Ebas Mensûran diyar kir ku daxwaza herî lezgîn a gelê Kurd ev e ku bêyî şert û merc divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were.
Çalakvanê siyasî yê çepgir Dr. Ebas Mensûran diyar kir ku daxwaza herî lezgîn a gelê Kurd ev e ku bêyî şert û merc divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were.
Çalakvanê siyasî yê çepgir Dr. Ebas Mensûran diyar kir ku bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna civakek hate dîlgirtin.
‘NE DÎLGIRTINEKE ASAYÎ BÛ, CIVAKEK HATE DÎLGIRTIN’
Mensûran anî ziman ku di esasê xwe de armanca komployê di serî de tinekirina hemû partiyên siyasî taybet PKK bû û got: “Dema em li wê pêvajoyê dinêrin dibînin dixwazin dawî li xebatên PKK’ê yên li Sûriyeyê bînin û ji ber vê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê tê derxistin. Komploya Navneteweyî ya ku Emerîka, Îsraîl, Tirkiye, Yewnanistan û Kenya tê de cih girtin, bû sedem ku Abdullah Ocalan dîl bê girtin. Ji ber ku wan dît ku ev yek weke pirsgirêkek cidî dikeve ber berjewendiyên wan û sermayedarên cîhanî. Ev ne dîlgirtinek asayî bû, civakek hate dîlgirtin. Nasnameya civakeke ku li çar parçeyên Kurdistanê tê redkirin û înkarkirin.”
‘KOMPLO NEQEDIYAYE’
Dr. Ebas Mensûran anî ziman ku bi vê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hate girtin doza Kurdan neqediya û got: “Mijara neteweyeke bindest derket holê ku li dijî netewe-dewlet û hêzên paşverû ji bo mafê xwe têkoşînê bike. Tevgera PKK’ê her ku diçe mezin dibe û têdikoşe. Lewma ev komploya cîhanî pêk hat.
‘TECRÎD LI SER CIVAKÊ BELAV BÛ’
Dr. Mensûran li ser tecrîdê jî got “Tecrîdkirina Ocalan hevrêyên wî Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar, tê wateya tecrîdkirina civakê. Ji bo wê em dibînin ev tecrîd her diçe li nava civakê belav dibe. Ev tecrîdkirina civak û jinan e.
'CPT XWE BÊDENG KIRIYE, AGAHIYAN BELAV NAKE'
Parêzer nikarin biçin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin, her wiha malbat nikarin serdanê bikin. Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê raporên xwe yên li ser hevdîtinên li Îmralî eşkere nake. Ev 23 meh in hevdîtin bi ti awayî bi Abdullah Ocalan re nehatiye kirin. Li ser rewş û tenduristiya wî ti agahî nayê stendin.
'BÊ ŞERT Û MERC AZADÎ'
Li gorî xala 3’an a Konseya Ewropayê nabe ji 15 rojan zêdetir kesek di hucreyê de bê hiştin. Divê ev xala 3’an bê bicihanîn. Daxwaza herî lezgîn a gelê Kurd ev e ku bêyî şert û merc divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were.”