Dozgerê Tirk derheqê parêzerê Dedeoglu lêpirsîn da destpêkirin
Dozgerê Tirk giliyê parêzerê malbata Dedeoglu kir, ku îjatperestên Tirk li Konyayê êrîş biribûn ser malbata Dedeoglu û komkujî kiribûn.
Dozgerê Tirk giliyê parêzerê malbata Dedeoglu kir, ku îjatperestên Tirk li Konyayê êrîş biribûn ser malbata Dedeoglu û komkujî kiribûn.
Tetikkêş Mehmet Altun di 30’ê Tîrmeha 2021’an de li navçeya Meramê ya Konyayê êrişî 7 ferdên malbata Dedeogullari kir û ew kuştin. Derbarê mijarê ji parêzerên doza malbatê Abdurrahman Karabulut de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin. Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Konyayê ve hat destpêkirin. Derbarê Karabulut de 3 lêpirsînên cuda da destpêkirin. Lêpirsîn bi hêceta parvekirinên Twitterê û daxuyaniyên Karabulut daye hatine destpêkirin. Gotinên Karabulut ji aliyê serdozgeriyê ve wek “sûc” hatin dîtin.
Karabulut bi çarçoveya lêpirsînan de îfade da. Karabulut diyar kir ku daxuyaniyên wî bi çarçoveya dosyeyan bi belgeyan sabît in û got: “Min parêzerê malbatê 17’ê hezîrana 2021’an û 17’ê tîrmeha 2021’an de ji dozgeriyê xwest ku malbat were parastin. Dewlet û rayedarên dewletê, daxwazên me hemûyan bêbersiv hişt û lewma min tetikkêş û berpirsiyarên komkujiyê dît û û ez ê wisa bibînim jî. Min têkildarî van binpêkirinan derbarê rayedaran giliyê dozgeran kir. Dewlet berpirsiyarê vê komkujiyê ye.”