Dozger û parêzeran tehliyeya Ayşe Gokkan xwest, dadgehê red kir

Di doza berdevka berê ya TJA’yê Ayşe Gokkan de dozger û parêzeran tehliyeya wê xwest, lê dadgehê ev daxwaz red kir û rûniştin taloqî Adara 2026’an kir.

BERDEVKA TJA’YÊ YA BERÊ

Derbarê berdevkaTJA’yê ya berê Ayşe Gokkan bi hincera “endamtiya rêxistinê” bi sûcdariya “Bi zenebûn û xwestin piştgirya rêxistinê kirinê” yek jê 12 sal yek jî 7 sal 6 meh, 2 cezayên hefsê hatibûn birîn. Dadgeha Bilind xwest Ayşe Gokkan ji nû ve were darizandin. Di danişîna 3’yemîn a dozê de Ayşe Gokkan bi Pergala Deng û Dîmen (SEBGÎS) tevlî danişînê bû. Parêzer Berfîn Lutfiye Gokkan Û Maharrem şahîn jî di danişînê de hazir bûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Salîha Aydenîz û gelek aktîvîstên TJA’yê danişînê şopandin.

Dozgerî cezayê li Ayşe Gokkanê hatiye birîn bi bîr xist û xwest Ayşe Gokkan ji her du sûcdariyan yek bi yek were darizandin. Herwiha dozgerî dema binçavkirinê ya direj xwest berçav were girtin û xwest Ayşe Gokkan were berdan.

Ayşe Gokkan jî ji bo parastinê dem xwest û xwest were berdan.

Parêzerê Ayşe Gokkanê Muharrem Şahîn got: “Tu delîlên şênber ên sûcdariyê nîn in. Muwekîla me 6 sal in di girtîgehê de ye.” parêzer Mûharrem Şahîn ji bo parastinê daxwaza demê kir.

Parêzer Berfîn Lutfiye Gokkan jî diyar kir ku muwekîla wê di pêvajoyên covîd û erdhejê de jî di hundir de hat ragirtin, ji Amedê birin Enqereyê û got: “Di girtîgehê de dayika xwe winda kir, 2 emeliyatan derbas kir. Bila dema girtinê berçav were girtin û were berdan.”

Dadgeh ji bo daxwaza demê ya ji bo parastinê pejirand lê belê tevî ku dozgerî û parêzer daxwaza berdanê kirin, Ayşe Gokkan berneda û danişînê taloqî 26’ê Adara 2026’an kir.