Dozger kurê Erdogan vexwend îfadeyê!
Dozger kurê Erdogan vexwend îfadeyê!
Dozger kurê Erdogan vexwend îfadeyê!
Dozger Muammer Akkaş yê ku ji peywîra wî hatî girtin di çerçeveya îdiaya lêpirsîna di bin navê nelirêtî û bertîlê de kûrê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan Bîlal Erdogan bi sifatê gûmaniyê vexwende îfade dayînê.
Li gorî nûçeya rojnameya Radîkal di nîvîsa bi navê ‘qaxeza bangewaziyê’ a ku Muammer Akkaş nivîsî Bîlal Erdogan bi sifatê gûmaniyê vexwende îfade dayînê.
Nivîsa ku di dîroka 25.12.2013’an de hatiye şandina Mûdûryeta Emniyeta Stenbolê wiha ye: “Di çerçeveya lêpirsîna 2012/656 ku ji aliyê Serdozgeriya Komara me ve tê meşandin, bi armanca berjewendiyê Rêxistina Suc çêkirin û ji sucê endambûna rêxistina çêkirî wê di Serdozgeriya Komarê de bi sifatê gûmaniyê îfadeya we bê girtin, li ser qexeza bangewaziyê jî dema ku we teblîgat girt di dîroka li jêr nîşan dayî de serlêdana Serdozgeriya Komarê bikin, li dijî nehatina we wê li gorî madeya Hejmara 5271 Kanûna Dadgeha Cezayê , li gorî madeyê wê yê duwem 146’ê hûnê bi zorê bên anîn. Muammer Akkaş-Dozgerê Komarê.”
Ev nivîs piştî ji peywir girtina dozger derkete holê. Wekîlê Serokdozgeriya Komarê a Stenbolê Oktay Erdogan dozger Muammer Akkaş bi operasyona nelirêtî û bertîlê di pêla duwem de ku pêkanîna wê dihate pilan kirin û ji dosyaya nelirêtî û bertîlê ya ku bûye sedema krîza dinavbera emniyet û dadgehê de çêbibe, hatiye girtin.
Akkaş ku li ser vê yekê daxuyaniyek da wiha got: “Di lêpirsîna ku ji aliyê min ve tê meşandin de ji ber tûndiyên ku ez li rastî hatime pêwistiya bi daxuyaniyê kirin derket holê.”
Akkaş got ku: “Di îro de lêgerîna lêpirsînê a ku dinava vê dosyayê de cih digire, li gel dest danîna ser û biryara binçav kirinê bê ku hincet nîşanî bê dayîn bê navber bikevê hatiye girtin, ez fêrbûm. Ji niha şûnde berpirsiyarî li ser Serokdozgeriya Komarê û Wekîlên Dozgriya Stenbolê ye. Bila hemû hevpîşe û raya giştî bizane ku ji bo ez lêpirsînê bikim hatiye asteng kirin. Ji bo kesên bi gûman firseta revîn û tûnekirina delîlan derfet hatiye dayîn. Dadgeh biryara xwe pêk na îne weke amîrên di rêzê de suc kiriye.”