Doza yekemîn a Geziyê, li çalakgerê Greenpeace hat vekirin
Doza yekemîn a Geziyê, li çalakgerê Greenpeace hat vekirin
Doza yekemîn a Geziyê, li çalakgerê Greenpeace hat vekirin
Doza yekemîn a li dijî berxwedêrên Parka Gezî, li Berpirsyarê Kampanya Nukleer a Derya Spî ya Greenpeace Cenk Levî hat vekirin. Tê xwestin, Levî bi 5 salan cezayê girtîgehê bê cezakirin. Maskeya ji bo parastina ji gemarê ya di dema binçavkirinê de li ser Levî hat dîtin, weke delîlê sûc hat destnîşankirin.
Di gilînameya Dozgeriya Komarê ya Stenbolê ya der heqê Levî de ev tişt tê gotin; "Gumanbar, bi maskeya bi nivîsa Moldex 2445 a dev û poz digire, li Taxa Gumuşê hat girtin, hevalên wî yên din reviyane. Gumanbar di îfadeya xwe de gotiye ew tevlî meşa xwepêşandanê bûye, dijwarî bikar neaniye û piştgiriyê dide çalakiyên derveyî dijwariyê. Bi vî rengî, bi delîlên raporên li ser bûyerê re hatiye fêmkirin ku gumanbar sûc kiriye."
Dozgeriyê xwestibû Cen Levî li gorî madeya 284. a Qanûan Meş, Xwepêşandan û Civînan a bi hejmara 2911'an bê cezakirin û li gorî maddeya 53. jî ji mafê bijartin û hilbijartinê bêpar bê hiştin.
Levî di 30'ê Gulana 2013'an de hatibû binçavkirin û bi daxwaza kontrola edlî radestî dadgehê hatibû kirin. Dadgehê jî daxwaza dozgeriyê ya ji bo kontrola edlî red kiribû.