14'emîn rûniştina doza Şerzan Kurt yê ku di 11'ê gulana 2009'an de li Muglayê bi guleya polîsan hate qetilkirin destpê kir.
14'emîn rûniştina doza Xwendekarê Zanîngeha Muglayê Şerzan Kurt yê ku di 11'ê gulana 2009'an de li Muglayê di bûyera komeke ulkucuyan êrîş li xwendekarên Kurd kir de bi guleya polîsan birîndar bû û di 17'ê gulana 2009'an de jiyana xwe ji dest da li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Eskîşehîrê destpê kir. Polîsê bersûc Gultekîn Şahîn û parêzer di rûniştinê de amade bûn. Bav û Dayîka Kurt Omer û Necla Kurt, nûnerên Egîtîm Sen'ê û parêzerên Kurt tevlî rûniştinê bûn. Li ber Edliyeya Eskîşehîrê tedbîrên gelek berfireh hatin girtin û "Înîsiyatîfa Mîlyon Edelatê dixwazin" jî li ber edliyeyê kombûn. Endamên înîsiyatîfê sloganên "Ey şehîd riya te riye me ye", "Şehîd namirin" û "Polîs dikuje dewlet di parêzere" berz kirin.