Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî: Dozger xwest ceza li rojnamegeran were birîn

Di doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de dozger xwest ceza li rojnamegeran were birîn.

Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi Biryarnameya Hukmê Qanûnan de (KHK) hatibû girtin. Derbarê 6 rojnamegeran doz hatibû vekirin. Rûniştina 3’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 23’emîn a Stenbolê hate kirin. Rojnameger tevlî dozê nebûn. Parêzerên wan Sercan Korkmaz û Ozcan Kiliç amade bûn.

Dozger xwest rojnameger Mehmet Alî Çelebî, Hîcran Urun, Pinar Tarlak, Îshak Rasûl û Îhsan Yaşar bi hinceta ‘endamên rêxistinê ne’ û ‘propagandaya rêxistinê kirine’ werin cezakirin.

Parêzeran ji bo parastinê dem xwestin.

Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û rûniştin taloqî 14’ê Hezîranê kir.