Doza Kobanê: Wê Tûglûk 3 hefteyan li Saziya Tipa Edlî be
Di rûniştina Doza Kobanê de hate diyarkirin wê girtiya nexweş Aysel Tûglûk 3 hefteyan li Saziya Tipa Edlî di bin kontrolê de be.
Di rûniştina Doza Kobanê de hate diyarkirin wê girtiya nexweş Aysel Tûglûk 3 hefteyan li Saziya Tipa Edlî di bin kontrolê de be.
Rûniştina 9emîn a Doza Kobanê ku li dijî 108 kesan hatibû vekirin li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22’emîn a Enqereyê tê kirin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, parlementerên HDP’ê, endamên Desteya Navendî ya Rêveber, Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê û gelek kes tevlî rûniştinê bûn.
Siyasetmedarên girtî bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûn. Di rûniştinê de hate diyarkirin wê girtiya nexweş Aysel Tûglûk 3 hefteyan li Saziya Tipa Edlî di bin kontrolê de be.
Di rûniştinê de Mehmet Orûç ê ku parêzerê Ertûgrul Kurkçu ye, diyar kir daxwaznameyên ku ew didin li wan nayê nihêrîn û got “Min di 11’ê Çileyê de daxwazname da. Ji bo ku daxwaznameya di 10’ê Kanûnê de têkeve dosyeyê min ev daxwazname dabû.
Rûniştin wê piştî navbereke saet û nîvekê dîsa bidome.