Doza Kobanê hate paşxistin
Rûniştina Doza Kobanê ku gelek siyasetmedarên Kurd jê têne darizandin heta 31'ê Adarê hate paşxistin.
Rûniştina Doza Kobanê ku gelek siyasetmedarên Kurd jê têne darizandin heta 31'ê Adarê hate paşxistin.
Danişîna 11’an a Doza Kobanê di roja 2’yan de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Rêveber û parlamenterên HDP’ê, gelek parêzer û gelek kes dozê dişopînin. Siyasetmedar Gunay Kubîlay û Vezîr Çakan ên girtî tên darizandin li eywanê hatin amadekirin û hin siyasetmedaran hêceta xwe ragihandin û tevli danişînê nebûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi onlîne tevlî dadgehê bûn.
Danişîna îro bi dawî bû. Heyeta dadgehê piştî navberê ji ber ku yek ji şahidên Doza Kobanê Şemsettîn Kalay ê di 15’ê mijdara 2021’an de wefat kiriye îfadeyên wî di dosyeyê de cih digire xwend.
Di îfadeyên Şemsettîn Kalay de hat diyarkirin ku dema polîsan di 9’ê cotmeha 2014’an de li navçeya Melazgirê ya Mûşê polîsan îfadeyê wî girtiye, lê dane. Heyeta dadgehê xwest dest ji guhdariya îfadeyên Ridvan Denîz û Gurkan Denîz ên navnîşana wan nehatiye dîtin bê berdan.
Pişt re beyanên Şemsettîn Kalay, Ridvan Denîz û Gurkan Denîz hatin xwendin.
Dozger xwest daxwaza rizgarkirna ji danişînê û hêcetên ji bilî tenduristiyê hatine kirin werin betalkirin.
Serokê dadgehê daxwaza rizgarkirina siyasetmedarê kurd Ahmet Turk a ji danişînan û siyasetmedarên hêcet nîşan dane û tevli danişînê nebûne red kir.
Dadgehê danişînê 31’ê adarê kir.