Doza Kobanê hate taloqkirin

Rûniştina cara 8'an a Doza Kobanê di roja duan de berdewam kir û dadgehê heta 23’yê mehê navber rûniştinê.

Danişîna 8’an a Doza Kobanê di roja duyan de li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê yên berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar ji vê dozê tên darizandin. Parêzer, malbatên girtiyên tên darizandin û parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê şopandin. 
  
Di danişînê de Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş axivî û destnîşan kir ku tiştên li van dadgehan diqewimin 84 milyon însan eleqdar dike û got: “Heta em nêrîn û fikrên HDP’ê veneguhezin rêveberiyê em ê nikaribin nefesê hildin.” 
 
Parêzeran jî di danişînê de axivîn û bal kişandin ser bêhiqûqî û hûrguliyên dozê. 
 
Piştî axaftinan şandeya dadgehê heta 23’yê kanûnê navber da danişînê.