Doza Kobanê: Dadgeh ne hiqûqî lê polîtîk tevdigere

Siyasetmedarên ku di Doza Kobanê de axivîn, diyar kirin ku dadgeh ne hiqûqî lê hewl dide biryarên polîtîk bide.

Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Kobanê kiribû di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de çalakiyên protestoyê hatibûn lidarxistin. Ji ber van çalakiyan li hevserokên giştî yên HDP’ê, endamên Desteya Rêvêbir a Navendî û rêveberên HDP’ê jî tê de li 108 kesan doz hatibû vekirin. Ji nav 108 kesan 20 kes hê jî girtî ne. Rûniştina 4’emîn a dozê di roja 3’an de didome.

Doz ji aliyê heyeta Dadgeha Cezayê Giran a 22’emîn a Enqereyê li Eywana Rûniştina Dozê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê didome. Bi 29 sûcdariyên cihê 108 kes bi 38 caran muebeta girankirî û bi 19 hezar û 680 sal ceza tên darizandin.

Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di rûniştina dozê de amade bûn. Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş sedema tevlêbûna xwe ragihand û tevlî rûniştinê nebû. Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a ku peywira wê hatibû desteserkirin û Gulser Yildirim ji girtîgeha Kandirayê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştina dozê bûn. Endamên berê yên Desteya Rêveber a Navendî Zekî Çelîk ji Edremîtê, Berfîn Ozgu Ozkose û Zeynep Olbecî ji Girtîgeha Bakirkoyê, parlementera berê Beyza Ustun jî ji Dadgeha Cezayê Asliye ya Datçayê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûn.

Derket holê ku testa koronayê ya serokê Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22’emîn yê ku dozê dişopîne pozîtîf derketiye û parêzerên dozê diyar kirin di van şertan de doz nayê birêvebirin û daxwaznameya hinceta tendirustiyê şandin.

Siyasetmedarên dîl ên li eywanê diyar kirin ew naxwazin xwe biparêzin. Girtiyên ku bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştina dozê bûn, wan jî nexwestin xwe biparêzin. 

Parêzer Mavîş Aydin diyar kir ew bi awayekî temsîlî hatiye eywana rûniştinê û ji ber ku testa serokê dadgehê pozîtîf derketiye, nabe ku rûniştina dozê bidome.

Parêzer Kenan Maçoglû mafê axaftinê stend û got “Parastina xwe bikin jî nekin jî divê hemû hevalên me werin berdan.”

‘DOZEKE MIRÎ!’

Gunay Kûbîlay diyar kir di 6-8’ê Cotmehê de ew endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê bû got “Biryara DMME ya ji bo Demîrtaş diyar kiriye ku di vê bangê de şîddet tune. Heyeta we vê biryarê nas nake, ev jî diyar dike ku biryara we ne hiqûqî lê polîtîk e.”

Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Alp Altinors jî got “Divê biryara DMME were pêkanîn. Ev di warî de dozeke mirî ye û di warê siyasî de jî dema xwe tijî kiriye.”

Rûniştina dozê bi beyanên siyasetmedaran didome.