Doza girtinê li DÎAYDER'ê vekirin
Doza girtiyên li DÎAYDER'ê hate vekirin, ku alimên dîn ên ku rehîn hatine girtin, endamên wê ne.
Doza girtiyên li DÎAYDER'ê hate vekirin, ku alimên dîn ên ku rehîn hatine girtin, endamên wê ne.
Dadgeha Cezayê Giran a 14'an ku Hevserokê DÎAYDER'ê Ekrem Baran û 9 endam û rêvebrên wê girtî têne darizandin, di rûniştina navbeyndê ku 27'ê Kanûna 2021'an pêk hat, biryar li ser da ku ji Midûrtiya Şûbeya Karê Hiqûqê ya Walîtiya Stenbolê re binivîse bê ka derheqê komeleyê lêpirsîneke îdarî heye yan na.
Li gorî nûçeyê MA'yê Mifetîşiya Milkiyê ya Wezareta Navxwe ya Tirk, 16'ê Sibata 2022'an bersiv da. Di besivê de hate îdîakirin xebatên dijberî xala 2'an a tûzekê tevgeriyaye.
Li ser vê Dozgeriya Komarê ya Stenbolê îdîa kir komele derî armancên tûzikê tevdigere. Ji ber ku DÎAYDER li Şîrînevler e, Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê derheqê mijarê lêpirsîn da destpêkirin, bi daxwaza girtinê dozname şande Dadgeha Hiqûqê ya Asliyê ya Bakirkoyê.
Dozger xwest ku xebatên komeleyê li gorî xala 89'an a 'TMK'ê were feshkirin.