‘Doza girtina HDP’ê siyasî ye’
Endamekî AYM’ê eşkere kir ku Erdogan telefonî hin endamên AYM’ê kiriye ku ji bo rakirina blokeya li ser HDP’ê deng dane.
Endamekî AYM’ê eşkere kir ku Erdogan telefonî hin endamên AYM’ê kiriye ku ji bo rakirina blokeya li ser HDP’ê deng dane.
Dîroka parastina devkî ya doza girtinê ya ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye dayîn 11’ê Nîsanê ye. Dadgeha Makeqanûnê (AYM) ku îtîrazên HDP’ê yên li ser vê dîrokê qebûl nekir, astengiya li ser alîkariya xezîneya HDP’ê jî rakir. Endamekî AYM’ê ku navê wî nehat zanîn di Halk TV’yê de ji Seyhan Avşar re axivî û diyar kir ku Erdogan li endamên AYM’ê ku ji bo rakirina biryara blokeyê ya di doza girtina HDP’ê de deng dane, geriyaye. Piştî bûyera ku yekema car endamekî AYM’ê destwerdana desthilatê eşkere kir, Endamê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Parêzer Serhat Eren ku wê di 11’ê Nîsanê de parastinê bike, derbarê mijarê ji ANF’ê re axivî.
‘PARÇEYEK JI PLANA ÇOKDANÎNÊ YE’
Eren diyar kir ku ev doz ji destpêkê ve talîmateke e ku ji darazê re hatiye dayîn û wiha got: “Me ji destpêkê ve got, ev doza li hemberî partiya me polîtîk e. Me anîbû ziman ku ti aliyê wê yê hiqûqî nîne û ev doz di encama zext û kampanyayên lîncê yên desthilata AKP-MHP’ê de hatiye vekirin. Heta em berê xwe bidin salên borî, piştî sala 2015’an gelek operasyon li hemberî partiya me hatibûn destpêkirin. Biryara operasyonên tasfiyekirina siyasî hatibû dayîn. Me qala operasyonek kir ku armanc dikir Kurdan bi temamî ji qada siyasî û fikra HDP’ê bi temamî ji holê rake. Bi kurtasî, ev rewş parçeyek ji plana çokdanînê ya li hemberî Kurdan bû û me timî dianî ziman. “
‘JIXWE REWABÛNA BIRYARA BLOKEYÊ TUNEBÛ’
Parêzer Eren destnîşan kir ku ti aliyên hiqûqî ya biryara berê ya AYM’ê nîne û wiha berdewam kir: “Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind du caran daxwaza blokekirina hesabên alîkariya xezîneyê kir, lê ji aliyê Dadgeha Makeqanûnê ve nehatibû qebûlkirin. Lê belê bi nêzbûna dema alîkariya xezîneyê, ango di 5’ê Çileyê de Dadgeha Makeqanûnê bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind hesabên me girt. Di dema ku doz berdewam dikir de ti rewabûna vê biryarê di aliyê hiqûqî de tunebû.”
‘TELEFONA ERDOGAN ME MAFDAR DERDIXE’
Serhat Eren bal kişand ser helwesta Erdogan ku li endamên AYM’ê geriyabû û wiha bi lêv kir: “Me jixwe anîbû ziman ku biryara blokeyê di encama zexta desthilat de hatiye dayîn. Me baweriya xwe jî pê dianî. Di encamê de Dadgeha Makeqanûnê li ser îtîrazên me biryara blokeyê betal kir. Li aliyê din, em ji çapemeniyê hîn bûn ku Erdogan dadgeran geriyaye û hesap xwestiye. Ev îdia beyanên me ku me gotibû ev doz li ser talîmata desthilatê hatiye vekirin, mafdar dike.
Helwesta Erdogan ku ew qas bi rehetî endamên daraza herî bilind a welêt digere û hesap ji wan dipirse, wê yekê bi eşkere diyar dike; Daraz bi temamî girêdayî desthilat e, heta girêdayî Erdogan e, di bin zextê de ye. Ji ber vê yekê di vê mijarê de ne pêkan e ku pêşbînî di biryara Dadgeha Makeqanûnê de ku ji bo girtina partiya me were dayîn, were kirin. Biryara rakirina blokeyê nayê wê wateyê ku endamên AYM’ê di doza girtinê de jî helwestekî bi vî rengî nîşan bidin.”