Rûniştina duyemîn a rojnamevanên di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de 34 jê girtî bi gitşî 44 rojnameger ku tên darizandin, li Sîlîvriya Stenbolê dest pê kir. Rojnamegerên ku mafê parastina bi kurdî dixwazin mafê wan nayê dayîn û dadgehê biryar da ku danişîn bê temaşevan pêk tê.
Sala borî di meha berfanbarê de li dijî çapameniya azad a Kurdan operasyon pêk hat û gelek rojnamger hatin binaçvkirin. 34 jê girtî, 44 rojnameger di çarçoveya dozê de tên darizandin û duyemîn danişîna dozê li Sîlîvriyê dest pê kir.
Ji 5’ê mijdarê vir de girtiyên ketibûn grevê ragihandina navnîşana xwe bi kurdî kirin. Ji rojnamegerên girtî Kenan Kirkaya diyar kir ku ew weke rojnamevanan ji 5’ê mijdarê tevli greva birçîbûnê bûne û diyar kir ku di nava daxwazên wan d parastina kurdî jî heye. Kirkaya got ku ew dixwazin bi zimanê xwe parastinê bikin.
Serokê Dadgehê Alî Alçik jî mafê gotinê neda Kirkaya û salon vala kir. Piştî navber dan danişînê Alçik biryar da ku doz bê temaşevan bidome.