DOM: Li girtîgehan qetlîam heye

Meclîsa Xwendevanên Demokratîk (DOM) diyar kir ku di girtîgehan de girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin û banga “Em bibin dengê girtiyan” kir.

Meclîsa Xwendevanên Demokratîk (DOM) li Meydana Avcilarê ya Stenbolê li ser rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de pankarta "Li girtîgehan qetlîam heye, ji girtiyên nexweş re azadî" hat vekirin û berdewam dirûşmeyên "Ji girtiyên nexweş re azadî", “Bila girtiyên nexweş bên berdan", "Bijî berxwedana zindanê" û "Bila girtîgeh hilweşin, ji girtiyan re azadî” hatin berzkirin.

'GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÊ MIRINÊ TÊN KIRIN'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi polîtîkayên AKP û MHP’ê rûmeta mirovan hatiye binpêkirin û ev tişt hatin gotin: “Her roj cenazeyên girtiyan ji girtîgehan derdikevin. Ji bo girtiyên hatine qetilkirin jî wesayîta cenaze jî zêde tê dîtin. Hema bêje qanûneke dijminane tê xebitandin. Rewşa êşkence û tecrîda li girtîgehan di şexsê malbatên girtiyan de li ser tevahiya civakê tê çêkirin. Girtiyên nexweş tevî hemû pirsgirêkên tenduristiyê di girtîgehan de tên hiştin. Bi hinceta 'ewlehiya civakê' biryara berdanê tê redkirin.

EM BIBIN DENGÊ GIRTIYAN

Garîbe Gezer, Halîl Guneş, Abdulrezzak Şûyûr û Salih Togrûl li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Sînan Kaya yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Îdirê di hucreya yek kesî de dihat girtin, hat qetilkirin. Şervan Canguder ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî bû, hat qetilkirin. Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê nexweşê pençeşêrê Abdullah Boran ê 80 salî hat qetilkirin. Rewşa hevalên ku gihiştine sînorê mirinê an jî ji ber mudaxeleya lezgîn li wan nayê kirin û destnewerdana pêwîst terkê mirinê hatine kirin, asta faşîzma AKP-MHP’ê nîşan dide. Em bang li her kesî dikin ku li dijî zext, êşkence û şîdeta li girtîgehan têkoşînê mezin bikin û bibin îsyan û dengê girtiyan a li derve. Li dijî êşkence û qetlîama ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li ser girtiyên nexweş pêk tîne em li vir in. Em ji bo zarokên 5 salî yên ji ber cil û bergên xwe yên neteweyî hatine destgîrkirin li vir in. Em weke ciwanên Kurd li hemberî we ne.”