Dogan: AKP dixwaze bi xwîna ciwanan bibe desthilatdar
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Dogan nerazîbûn nîşanî hedefnîşandana hilbijêrên HDP'ê da û ji bo mîtînga aştiyê ya 22'ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Dogan nerazîbûn nîşanî hedefnîşandana hilbijêrên HDP'ê da û ji bo mîtînga aştiyê ya 22'ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan nerazîbûn nîşanî gotina Parlamenterê AKP'ê yê Îzmîrê Cemîl Şeboy da ku vî kesî gotibû, "Di xwîna leşkerên niha mirine de şopa tiliya mirovên deng dane HDP'ê heye."
'AKP XWE JI XWÎNÊ XWEDÎ DIKE'
Dogan diyar kir ku AKP ji bo careke din bi tena serê xwe bibe desthilatdar bi hêsanî xwînê dirijîne û got, "Şeboy jî di nav de divê her kes zanibe ku eger li vî welatî partiyek hebe xwe ji xwînê xwedî dike, ew jî AKP ye. Yên ku ji bo desthilatdariya xwe zarokên ciwan dibin eniya şer û yên ku li ser xwîna wan zarokan dixwaze bi tena serê xwe bibin desthilatdar, kesên herî dawî de ku karibin HDP'ê rexne bikin."
Dogan da xuyakirin ku di dema dawî de li dijî hilbijêrên HDP'ê kampanyayeke heqaretê hatiye destpêkirin û got, "Diyare Şeboy gotiye qey di vê kampanyayê de roleke xwe jî heye, lewma rabûye tevlî vê koroya faşîzan bûye."
Dogan destnîşan kir ku gelê Îzmîrê aştiyê dixwaze û ji bo mîtînga aştiyê ya 22'ê Tebaxê banga tevlîbûnê li Îzmîriyan kir.