DKP/BOG: 1’ê Gulanê dakevin qadan

DKP/BOG bang li her kesê kir ku 1'ê Gulanê dakevin qadan û got, "Derbeya dawî emê li faşîzma AKP-MHP'ê bidin."

Partiya Komunaran a Şoreşger/Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (DKP/BOG) têkildarî 1’ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Milîsên me ku ji bo roja 1’ê Gulanê ku roja yekîtî, hevgirtin û têkoşîna karkeran a cîhanê ye bi pankartên ku li Stenbolê daleqandine bang li karker û kedkaran kirin ku dakevin qadan. Milîsên me yên ku ji bo Komunarê Nemir Dogan Kîrefe pankartên bi nivîsa "Em ê di 1'ê Gulanê de bibin Dogan, faşîzmê hilweşînin, em ê azadiyê bi dest bixin" daliqandin, piştî çalakiya xwe gihiştin baregehên xwe."

'LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ Û MÊTINKARIYÊ TEVLÊ REFAN BIBIN…'

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 1'ê Gulanê roja yekîtî, hevgirtin û têkoşîna çîna karkeran de bi rengekî ku hêjayî vê rojê be dakevin qadan. Em çîna karker ên Tirkiyeyê û gelê Kurd ê xizan vedixwînin refên şoreşa yekbûyî ya li dijî mêtinkarî û mêtîngeriyê. Em Milîsên Komunar em hemû şehîdên xwe ji Jale Yeşîlnîl a di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê nemir bû, heta bi hevalê me yê Komunar ê nemir Muzaffer Kandemîr ê ku ji bo parastina Rojava li asîmanan bû stêrk, hemû şehîdên 1’ê Gulanê yên şoreş, sosyalîzm û Taksîmê bi bîr tînin.

Karkerê avahîsaziyê, kedkar û proleter Muzaffer Kandemîr (Dogan Kîrefe) ku heta kêliya dawî ya jiyana xwe weke komunîstekê jiyan kir û li dijî faşîzmê li berxwe da, şoreşgerê van xakan e. Rêhevalekî ku her roj xwêhdana wî dirijiya ser şantiyeyan û li hemberî patronan xwedî kîneke çînî ya bêdawî bû. Ji bo desthilatiya şoreşgerî ya çîna xwe -ji bo şoreş û sosyalîzmê- rêya ji qadên înşaatan heta bi qadên şer ên şoreşgerî da pêşiya xwe. Niha erk, dem dema Doganbûnê ye! Niha dema rêxistinbûna di refên têkoşîna yekbûyî de û têkoşîna li dijî faşîzmê ye!

Ji kesên ku di 1’ê Gulanê de bi pênan li karkeran xistin, tecawizê jinan kirin, di 1’ê Gulanê de hevalên me qetil kirin, di zindanan de êrîşî şoreşgerên ku rûmeta me ne kirin û ciwan qirêj kirin, emê bi guleyên xwe yên sor ji wan hesab bipirsin!

Derbeya dawî emê li faşîzma AKP-MHP’ê ya ku di serdema rizandin û hilweşînê de ye bidin. Em ê bi ser bikevin!”