'Divê pêşî li Roboskî edalet bê'

Însiyatîfa Edalet ji bo Roboskî got, "Heta ku ji bo Roboskî edalet pêk neyê, wê edalet neyê Tirkiyê."

Însiyatîfa Edalet ji bo Roboskî, di meha 124’an a qetilkirina 19 jê zarok bi giştî 34 kesên ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk ên li gundê Roboskî yê Şirnexê pêk hat de hatibûn qetilkirin, hatin cem hev. Di daxuyaniya li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê de pankarta "Bila kujer bên dîtin, Roboskî careke din neqewime" hat vekirin.

 Ji damezrînerên Însiyatîfa Edalet ji bo Roboskî Tanjû Gunduzalp daxuyanî xwend û got, “Pergal, siyaset û rêveberan; di hemû qetlîamên ku tê de cih girtine de 100 sal in ku vê bêcezakirin û bêhiqûqiyê didin ferzkirin. Li ber çavê civakê; Tevî ku tê zanîn û diyar kirin ka çi bûye, kê komkujî kirine û çawa kirine jî, hiqûq nayê sepandin û di pêvajoya darazê de ti pêşketin çênabe. Dema em li dewletê û qetlîamên wê yên ji sala 1915’an û vir ve dinêrin, di encamê de pêvajoyên ku bêcezakirinê û bêyî ku edalet pêk bê hatin bidawî kirin, ferz dikin. Dadger bû alîgirê serdestan, ne bindestan, yên hatinî qetilkirin û mexdûran. Em vê yekê di hiqûqa dewletê de jî dibînin ku hewl dide Geziyê ku em hemû li wir in û axa xwe, dar û bajarê xwe diparêzin, weguherînin sûc û cezayê."

Gunduzalp anî ziman ku rêya bidawîkirina bêhiqûqî û bêcezabûna piştî Roboskî û hemû qetlîaman têkoşîn e û got, “Bê rûbirûbûnê ne pêkan e ku demokrasî pêk were. Hebûna şer, komkujî û siyaseta ku li çareseriyê nagere; birçîbûn, kaosa aborî, siyaseta dijmirovî û wêranî di jiyana me de berdewam dike. Roboskî hem sînorê dewletê hem jî sînorê demokrasiyê ye. Eger sînorê çareseriyê Roboskî be ku berbanga duh bû, vê çaxê berbanga ji bo ku qetlîam dubare nebin û ji bo ku  ji nû ve çareserî bi pêş bikeve jî dîsa Roboskî ye. Sînorê dijberiya bi înat a li hemberî sînoran û rêya aştiyê jî ji bo Roboskî edalet e. Roboskî bend û sînorê ku dîrok, dem, mirov, sînor, dar, av, lawir, jiyan û kêliya ku êş tê sekinandin e.”

Gunduzalp, destnîşan kir ku bîranîna civakê wê her tim hebûna xwe bidomîne û wiha dewam kir: “Her çiqasê rêbazên veşartin û înkarkirinê tê bikaranîn jî, lê hafize aştî û edaletê dixwaze. Heta ku edalet ji bo Roboskî neyê wê edalet neyê Tirkiyê jî. Komkujî û qirkirin her tim bi berdewamiya pêvajoya dîrokî tên dubarekirin. Yên ku dixwazin bi paşerojê re rûbirû bibin û hesabê bipirsin jî ji aliyê dewletê ve tên cezakirin. Bêyî rûbirûbûna paşerojê wê pêşerojek û pergaleke adil neyê avakirin. Rastiya tiştên me jiyan kirî; ji ber dewlet, bêcezabûn, şer û nebûna edaletê ye. Di ti komkujiyê de derbasbûna demê nîne."