Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, di panela Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) de xwest hemû hêz li dijî sîstema heyî ya înkar û îmhayê di bin baneyê HDK'ê de li hev kom bibin. Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Turan jî xwest her kes li dijî partiya rant, dizî û nelirêtiyê bibin yek û di bin baneyê HDK'ê de bibin yek.
Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK), li Salona Konferansê ya Şaredariya Akdeniza Mêrsînê panela "Di 2014'an de rêveberiyên herêmî û li Tirkiyeyê Polîtîkayên Aborî û Siyasî" hatin niqaşkirin. Di panelê de Şaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk û nûnerên gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl yên civakî amade bûn. Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê û Berdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu û Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Turan wekî panelîst amade bûn. Ewil Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Turan axivî û xwest her kes li dijî partiya rant, dizî û nelirêtiyê bibin yek û di bin baneyê HDK'ê de bibin yek.
‘POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê YÊN HUNDIRÎN TEV TÊK ÇÛNE’
Turan, da zanîn ku êdî pergala hikûmeta AKP'ê têk çûye û wiha got: "Polîtîkayên AKP'ê yên hundirîn tev têk çûne. Niha ji sedî 3 zemê ji kedkaran re rewa dibîne. Êdî karker û karmend îsyan dikin. Li aliyekî dixwaze navbera xwe û kurdên Iraqê baş bike, li aliyê din dixwaze kurdên Tirkiyeyê îmha bike. Komkujiya li Roboskiyê mînaka vê yekê ya herî berbiçav e. Dîsa bendavên li ser axa Kurdistanê û girtinên di bin doza KCK'ê de mînaka vê yekê ye. "
Turan, destnîşan kir ku hikûmetê di nava 10 salan de ji ber nelirêtî, dizî û berjewendiyê welatî tev şelihandine û divê li hemberî vê yekê êdî her kes di bin baneya HDK'ê de bibe yek .Turan xwest hemû hêzên çepgir, sosyalist, kedkar, rewşenbir û zanyar tev di bin baneyê Kongreya Demokratîk ya Gelan de kom bibin."
SERKEFTINA HILBIJARTINÊ RANEKIRIN
Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, di panelê de xwest hemû hêz li dijî pergala heyî ya înkar û îmhayê di bin baneyê HDK'ê de li hev kom bibin û wiha axivî:
"Li Mêrsînê kurd jî xwedî maf, heq û hiqûq in, Kurd ji bo mafê xwe bi dest bixin di hilbijartinê de bi şev û roş xebitîn. Lê ev keda kurdan piştî hilbijartinê dev di çavê wan re derxistin. Di bin navê KCK'ê de Rêveberên BDP'ê Cihan Yilmaz, Mahmut Karabulut, Hasan Cide, Ahmet Gegez, Îhsan Taş û gelek endamên BDP'ê girtin û avêtn girtîgehê. Ev hevalên me yên hatin girtin mîlitaên partiya xwe yê serkeftî bûn. Ez li se navê HDK'ê wan slav dikim. Niha 6 hezar kurdên şoreşger bê sebeb girtî ne. Ger ku Erdogan ji sedî 50 deng bigire dê xwe sultan bihesibîne. Lê hikûmeta ku pir bi xwe bawere piştî van pêkanînên xwe dê bi ser nekeve. Ji ber ku bi hile û lîstikên qijêj tev digere. Em wekî HDK'ê şoreşa civakî û siyasî armanc dikin."