‘Divê girtiyên nexweş werin berdan’
Di çalakiyên li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê de bal hat kişandina ser rewşa girtiyên nexweş Cemîl Erdem, Huseyîn Ortaç, Mûstafa Ogûz û hat xwestin ku demildest girtiyên nexweş werin berdan.
Di çalakiyên li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê de bal hat kişandina ser rewşa girtiyên nexweş Cemîl Erdem, Huseyîn Ortaç, Mûstafa Ogûz û hat xwestin ku demildest girtiyên nexweş werin berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 570’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê li dar xist.
Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cemîl Erdem (73) ê 27 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê tê ragirtin. Bi pankartan hat xwestin ku Erdem were berdan. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Meryem Bars li ser navê Komîsyonê daxuyaniya vê hefteyê xwend. Bars bal kişand ser nexweşiyên Erdem û penceşêra qirikê lê peyda bûye û ji ber vê emeliyat bûye û ji ber vê yekê nikare biaxive û her wiha pirsgirêkên derûnî pê re çêbûne.
Bars nameya ku hevalê qawîşê yê Erdem nameya şandiye xwend û di nameyê de tê gotin her ku diçe rewşa Erdem girantir dibe. Bars da zanîn ku nexweşî û girtîgeh mafê jiyanê û tenduristiyê yê Erdem dixe xetereyê û xwest demildest bê berdan.
ENQERE
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 438’emîn de li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Mafê tedawiya maf e, nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Hevseroka ÎHD’ê ya Enqereyê Sevîl Tûrgût daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Huseyîn Ortaç (82) ê li Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H’yê tê ragirtin.
Tûrgût bi bîr xist ku erdheja navenda wê Mereş bû çêbû bandor li ser girtîgehên herêmên erdhejê jî kiriye û malbatên girtiyan û girtî ketine nava fikaran.
Turgut da zanîn ku girtiyên li herêmên erdhejê sewqî girtîgehên bajarên wek Antalya, Samsun, Kirşehîr, Ereglî (Konya), Kirikkale, Tokat, Yozgat, Erzîngan û Bodrûmê hatine kirin û girtiyê nexweş di bin bandora erdhejê û vê sewqê de mane.
Turgut anî ziman ku girtiyê nexweş Huseyîn Ortaç li Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H’yê tê ragirtin û wiha got: “Huseyîn Ortaç ji Mêrdînê ye. Di sala 2021’an de hatiye girtin û ew şandine Girtîgeha Mêrdînê. Piştre jî wî şandine Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê û paşê jî ew şandine Girtîgeha Dumlu ya Erziromê ya Ewlehiya Bilind û ji vir jî wî şandine Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H’yê. Girtiyê nexweş ku extiyar e di nava 2 salan de wî li 4 girtîgehan gerandine. Malbata wî li Edeneyê dimîne û ji malbata xwe dûr di girtîgehê de ye û ev yek jî binpêkirinek cuda ya mafan e.”
Turgut destnîşan kir ku Ortaç nikare pêdiviyên xwe rojane bi cih bîne û her ku diçe rewşa tenduristiya wî giran dibe û divê demildest bê berdan.
ÎZMÎR
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê 270’emîn daxuyaniya çapemeniyê ya du hefteyan carekê ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevin a Konakê li dar xist.
Di çalakiya ku pankartên “Bêdeng nebe nebe şirîkê sûc, dimirin” û “Girtiyên nexweş dimirin bêdeng nebe” hate vekirin de Dayikên Aştiyê û rêxistinên sivîl ên civakî amade bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek bal kişand ser rewşa Mûstafa Ogûz ê li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê tê ragirtin.
Çîçek da zanîn ku Ogûz ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’an a Turkoglû ya Mereşê dihat ragirtin, piştî erdhejê birine Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê û wiha got: “Ogûz di sala 2016’an de hate girtin 30 sal in nexweşiya romatizmaya pişte pê re ye. Di heman girtîgehê de bi nexweşiya Tuberkulozê ketiye. Ji ber nexweşiya wî pêş ketiye nikare pêdiviyên xwe yên şexsî bi cih bîne û hewcehî bi kesên li rex xwe heye. Bi salan e ji tedawiyê sûd newergirtiye. Ji ber pandemiyê nikarî biçe tedawiyê û dermanên xwe bi rêk û pêk bikarneanîn ji ber wê yekê hestiyê wî 3 cm xwar bûye û nikare bi mirovan re rûbirû biaxive. Ji ber erdhejê jî tedawiya wî asteng dibe.”
Çîçek, diyar kir ku Ogûz piştî rêwitiyeke 22 saetan birine Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê û wiha berdewam kir: “Ji ber demeke dirêj rûniştiye nexweşiya wî û basûra wî zêde kiriye û xwîn jê hatiye. Ev xwîn hêj jî jê tê. Malbata Ogûz di erdhejê de di bin kavilan de maye lê sax derketine.”
Çîçek, da zanîn ku Ogûz di hefteya borî bi malbata xwe re hevdîtin kiriye, gelek bêhal bûye, li Manavgatê di odeya 3 kesî de 5 kes dimînin û ev tişt gotin: “Diviyabû Ogûz di 20’ê çileya 2023’yan hatibûya berdan lê berdana wî hate astengkirin. Îtîrazî vê rewşê hate kirin. Jê re gotine ji ber erdhejê hêj ewraq nehatine girtîgeha ku birinê. Ji ber mayîna Ogûz a di girtîgehê de wê hem bandorê li nexweşiya wî bike hem jî li psîkolojiya wî bike. Divê demildest bê berdan.”
Dayika girtiyê nexweş Bayram Kaymaz ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê tê ragirtin Medîne Kaymez jî wiha got: “Vê dewletê hemû kes kir dijminê xwe. Zarokên me di bin kavilan de ne, dewlet nahêle cenazeyan ji bin kavilan derxînin. Evqas wijdana wan heye. Qasî ku em dibêjin aştî dewlet zilma xwe zêde dike. Em ê li dijî vê zilmê serî netewînin. Heta ku em zilmê ji holê rakin em ê têbikoşin.”