Dînç: Tecrîd ne tenê biryara Tirkiyeyê ye

Wasiyê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç diyar kir politikaya tecrîdê ya ku li dijî hiqûqa navnetewî û qanûnên Tirkiyeyê jî tê domandin, di bin parastina hêzên komploger de ye.

Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç ji ANF’ê re axivî.

Mazlûm Dînç diyar kir hêzên navnetewî ku ji paradigmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji hêza wî ya çareseriyê ditirsin, dilxwazên tecrîdê ne û diyar kir ku bêdengiya DMME’yê û saziyên din ji ber vê sedemê ye.

Dînç diyar kir rejîma êşkence û tecrîda giran ku bi vê li gel hiqûqa navnetewî, qanûnên Tirkiyê jî tê binpêkirin, ji sala 1999’an û wir ve didome, mafên herî sereke ku hatine mîsogerkirin jî hatine desteserkirin, weke amûra şantaj û bazarê têne bikaranîn.

Dînç diyar kir ji Tîrmeha 2011’an û vir ve ev  11 sal in hevdîtina malbat û parêzeran hatiye qedexekirin, tenê hin deman li ser helwesta raya giştî ya li dijî tecrîdê bi rengekî îstîsnayî hevdîtinên malbat û parêzeran çêbûne. Piştî 25’ê Adara 2021’an, axaftina bi telefonê ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan re, ku 4-5 deqeyan dom kir û axaftin hate birin, ti têkilî nehatiye danîn û agahî ji Ocalan nehatiye standin.

Dînç diyar kir bersiv nadin serlêdanên ji bo hevdîtinê yên parêzer û malbatan, nayê hiştin ku bi telefonê têkilî were danîn, bi nameyên ku bi temamî bi hîmê hiqûqî hatine nivîsîn jî nahêlin ku têkilî were danîn û got, “Ev 11 meh in ku ji Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din xeberê nastînin, ev li gorî hiqûqa navnetewî tê maneya cezayê hicreyê ku ji vê re rewşa încommmunîcado tê gotin. Weke qedexeya êşkenceyê ya desteserkirinê tê dîtin. DMME, Komîteya Mafê Mirovan a NY’yê, di încommunîcadoya çend rojî de jî vê weke binpêkirina qedexeya êşkenceyê dibine. Lê mixabin saziyên navnetewî li vir bêdeng in û ne xwedî helwestekê ne.”

Dînç diyar kir sedema ku li dijî pergala êşkenceyê ya Imraliyê helwesteke zelal nayê diyarkirin ne hiqûqî lê siyasî ye, ev sazî, dema ku mijar Kurd an  jî Abdullah Ocalan be peymanan, rêgezan tine dihesibînin, berjewendiya polîtîk a dewlet, hêzên serwer didin pêş û di vê nêzîkatiyê de jî ti kêmasiyê nabînin.

Dînç ev mînak bi bîr xist: “DMME serlêdana têkilî binpêkirinê ya ku ji Tirkiyê tê kirin di nav 2 salan de dikare biryarê li ser bide, piştî ku ev biryar ji hêla Tirkiyê ve nehate bicihanîn, Komîteya Wezîran di nav du salan de dikare prosedûra binpêkirinê bide destpêkirin. Lê ji bo ku tecrîda giran ku nahêle parêzer û malbata Abdullah Ocalan bibinin, rabe, serlêdana me ya ku sala 2011’an me li DMME’yê kirî, ev 11 sal in hê jî biryar li ser nehatiye dayin. Her wiha DMME’yê sala 2014’an derheqê Ocalan, biryar da ku cezayê girtîgehê yê girankirî yê heta hetayê binpêkirina qedexeya êşkenceyê ye û ev 8 sal in li gel ku dewleta Tirk hewcehiyên vê biryarê bi cih neaniye jî Komîteya Wezîran helwesteke aktif nedanî holê û bi têkoşîna ku tê kirin, dîsa ev anî rojeva xwe.”

Dînç bi berdewamî diyar kir bêhelwestmana dewletên Ewropî û saziyên navnetewî ya li bara binpêkirinên mafên ên li ser Abdullah Ocalan û Kurdan tenê bi şantaja penaberan a Tirkiyê ya li dijî van hêza nû bi tawîza siyasî, aborî ya li bara van hêza nikare were vegotin. Dînç destnîşan kir Abdullah Ocalan paradigmayeke wiha daniye holê ku di meseleya Kurdan de çareseriya demokratîk û bi aştî esas dibine, li Tirkiyê û Rojhilata Navîn zemîna şer ji holê radike û got, “Hêzên serwer ji ber sedema ku vê paradigmaya Ocalan li dijî berjewendiya xwe dibinin, li bara polîtîkayên îmha û înkarê ku gmafê gelê Kurd û Abdullah Ocalan nas nakin, nabin xwedî helwest û bi ser de di pozîsyoneke wiha de ne ku destekê didin van polîtîkayan.”

KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ WEKÎ TECRÎDÊ DIDOME

Dînç diyar kir komploya navnetewî bi rengê tecrîdê tê domandin, komploger li pişt Tirkiyê disekinin û got, ‘’Heke tecrîda li ser Abdulla Ocalan rabe û ramanên xwe bigihijin civakê, bibe xwedî wan şertan ku ramanên xwe di siyasetê de bi rola xwe rabe wê demê wê lîstikên dewletên komploger têk biçin û polîtîkayên wan pûç bibin. Ji ber ku ji vê hêza Abdullah Ocalan, ji vê karîgeriya wî ditirsin komploger hê jî helwesta xwe ya berê didomînin.”

Dînç diyar kir biryarên dadgehên ên têkilî qedexeya hevdîtinê, formalîteya kiraslêkirinê ye, lê ti aliyê rewa yên van biryarên dadgehan nîne û di hiqûqa Tirkiyê bixwe de jî jî bingehên wan ên qanûnî nîne. Dînç wiha domand “Bi temamî bi vîna desthilata siyasî hevdîtin têne astengkirin. Tirkiye, çi dema ku di meseleya Kurdan de polîtîkayên milîtarîst dide ber xwe weke gava pêşî ya vê polîtîkayê tecrîda li ser Abdullah Ocalan giran dike: Ji sala 2015’an û wir ve politikaya dewleta Tirk ev e”