Dîlek Ocalan li ser Efrînê pirs li hikumetê kir
Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan, bi pêşnûme pirsekê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û ragihand, ku ji ber van êrîşan gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan, bi pêşnûme pirsekê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û ragihand, ku ji ber van êrîşan gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Parlamentera Rihayê ya HDP'ê Dîlek Ocalan, têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê pêşnûme pirsek pêşkêşî Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim kir.
Dîlek Ocalan ji Yildirim xwest bersiva van pirsan bide:
"Armanca êrîşa li hemberî herêma Efrînê ya li ser sînorê me yê Rojava ye çi ye û hinceta xwe ya hiqûqî çi ye?
Heta niha çend êrîşên ku tê îdîakirin ji Efrînê hatine kirin hene ku weke hinceta bersivdanê tên nîşandan? Ev êrîş kengî û ji ku hatin kirin? Di van êrîşên ku tê îdîakirin hatine kirin de, çend welatiyan jiyana xwe ji dest dane, çend jî birîndar bûne?
Îdîayên Fermandarê Tumena Sûltan Mûrat a Artêşa Azad Fehîm Îsa, ku di çapemeniyê de hatin weşandin, rast e yan na? Eger rast be, hûnê raya giştî li ser vê mijarê agahdar bikin?
Îdîayên ku dibêjin, ji ber êrîşên artêşa Tirk ên li ser Efrînê sivîlan jiyana xwe ji dest dane, hatine lêkolînkirin?
Têkildarî nerazîbûna gelê herêmê ya li dijî topbarana artêşa Tirk, gelo Tirkiye wê daxuyaniyekê bide?
Rast e ku ev êrîş ji bo pêşîgirtina li Operasyona Reqayê tê kirin, ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên Koalîsyonê ve tê meşandin?"