Di rûniştina doza Kobanê de parêzer hatin astengkirin
Di rûniştina doza Kobanê de heyeta dadgehê parêze asteng kir. Rûniştin taloqî 27’ê Kanûnê hate kirin.
Di rûniştina doza Kobanê de heyeta dadgehê parêze asteng kir. Rûniştin taloqî 27’ê Kanûnê hate kirin.
Bi hinceta çalakiyên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de dema ku DAÎŞ’ê êrişî Kobanê kiribû, derbarê 108 kesan doz hatibû vekirin. Rûniştina 8’emîn a doza Kobanê di roja 4’an de domiya.
Rûniştina dozê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22’emîn tê kirin. Beşek siyasetmedarên ji ber dozê girtî bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûn û beşeke din sedema tevlênebûnê ragihandin.
Parêzerên dozê xwestin derbarê biryara navberê biaxivin û gotin “Hûn nivîsên ji girtîgehan tên naxînin zabitnameyên rûniştinê û yan jî wekî tiştekî ne rast be nîşan didin.” Serokê dadgehê gotina parêzeran birî û ji dêvila gotinên parêzeran “Tevgerên wan pergalê xera dike” li zabitnameyan da nivîsandin.
Rûniştin taloqî 27’ê Kanûnê hate kirin.