Di Nobeta Edaletê ya li Amedê de nerazîbûn nîşanî êşkenceya li Sîlîvriyê hat dayin

Di çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ya li Amedê de li dijî êşkenceya li Girtîgeha Sîlîvriyê hat kirin nerazîbûn hat nîşandan. Malbatan gotin, “Em di cihê ku nirxê gotinê nemaye de ne.”

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayê berdan a li Amedê dane destpêkirin di 148'emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan ku ji bo xizmên xwe yên girtî edaletê dixwazin, li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî dan. Endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çandî û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de malbatan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û “Heq, hiqûq, edalet" berz kirin.

Di çalakiyê de ji ewil yek ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî axivî û bal kişand ser bûyerên îşkenceyê yên li Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa L a Sîlîvriyê ku di encamê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Merwanî, da zanîn ku girtiyê bi navê Ferhan Yilmaz jiyana xwe ji dest daye û wiha domand: “Sûcê mirov çi dibe bila bibe, heke mirov li girtîgehê jiyana xwe ji dest bide, ev şerm şerma vî welatî û ya me tevan e. Ji bo vê yekê jî em şîna malbatan parve dikin. Tiştê ku ew dijîn em jî dijîn. Edî em dixwazin ku gavên şênber werin avêtin û jiyana wan bê parastin. Em naxwazin êdî li girtîgehan mirin çêbibin. Bila zindan nebin malên mirinê. Her mirinek her wiha dibe mirina welat jî. Banga me ji wezîrê edaletê ew e ku agahiyê bide malbatan.”

Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada jî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Em, êdî nikarin vî barî rakin. Em di meha rojiyê de ne. Ev meh, meheke pîroz e û em dixwazin edî zarokên me werin berdan. Li girtîgehan êdî bila edalet hebe û ne tenê bo me lê ji bo hemû cîhanê edalet pêwîst dike. Banga me ji wezîrê edaletê û serokkomar ew e ku edaletê bi cih bînin.”