Çalakiyên Nimêja Înê ya Sivîl li bajar û navçeyên Amed, Sêrt, Êlih, Mêrsin, Melezgirt, Turgutlu, Şirnex, Silopî, Hezex, Misirc, Farqîn, Serêkaniyê û Nisêbînê bi girseyî hate kirin. Di nimêjê de melayan bal kişand ser çalakiya birçîbûnê û diyar kir ku, girtî 45 rojin di çalakiyê de ne. Di nimêjê de banga tevlîbûnê hate kirin.
Nimêja Înê ya Sivîl li gelek bajar û navçeyan ji aliyê hezaran kesan ve hate kirin û piştgirî dan çalakiyên birçîbûnê. Çalakiyên Înê li bajar û navçeyên Amed, Sêrt, Êlih, Mêrsin, Melezgirt, Turgutlu, Şirnex, Silopi, Hezex, Misirc, Farqîn, Serêkaniyê û Nisêbînê bi tevlîbûna hezaran welatiyan hate kirin. Di nimêjê de melayan bal kişand ser çalakiya birçîbûnê û diyar kir ku, girtî 45 rojin di grevê dene. Meleyan diyar kirin ku girtiyên 45 rojin ji bo mafê xwe yên demokratîk bi dest bixin û li dijî zilm û zordariya li ser gelê Kurd tên kirin şermezar bikin, bedena xwe dane ber mirinê û xwestin ku her kes li dora wan bibe xelek û li daxwazên wan xwedî derkevin.
‘CUDAHIYA CELAD Û DAVÛTOGLÛ, ÎDRÎS NAÎM ŞAHÎN Û HIKUMETA AKP’Ê TUNE YE’
Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi sedan welatî li Qada Mala Şêx Davut Yalçınkaya kom bû û ref girê dan. Mela Mehmet Oncu weazên kurdî dan. Oncu diyar kir ku, hikûmheta AKP’ê daxwazên kurdan li ber çavan nagirin û wiha got: "Bi sedan kesên ku ji bo mafê xwe dest bi greva birçîbûnê kirine hatine sînorê mirinê. Cûdahiya celadan û Davutoglu, Îdrîs Naîm Şahîn û hikûmeta AKP'ê ji hev tune ye.
‘ZAROKÊN KURDAN JI BO MAFÊ XWE BEDENA XWE DANE BER MIRINÊ’
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi heman armancê nêzî 2 hezar mirov li hev kom bû û Nimêja Înê ya Sivîl kirin.
Girseya ku li ber avahiya BDP'ê ya Cizîrê kom bû ref girê da û nimêj kirin. Mela Seîd Ozdemir bi kurdî weaz dan û diyar kir ku, girtiyên siyasî 45 rojin ji bo daxwazên xwe yên sereke di grevê dene û xwest êdî daxazên wan bên qebûlkirin. Ozdemir anî ziman ku, zarokên kurdan ji bo daxwazên xwe bedena xwe didin mirinê û wiha got: "Ma kesên ji bo daxwazên xe 45 rojin ketine greva birçîbûnê û hatine sînorê mirinê qey ne mirovin? Têkoşîna kesên li dijî zilmê di ber xwe didin û tê dikoşin li cem xweda pir bi qîmet û pîroz e. Ger ku Erdogan misliman be çima guh nade daxazên girtiyan. Girsê piştî nimêj û weazan ji bo girtiyan dua xwendin.