Di Newroza Mêrsînê de azadiya Abdullah Ocalan hate xwestin
Li Mêrsînê bi hezaran kes di Newrozê de li hev kom bûn, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCAlan qîriyan û sloganên ‘Bê Serok jiyan nabe’ ‘PKK gel e, gel li vir e’ hate berzkirin.
Li Mêrsînê bi hezaran kes di Newrozê de li hev kom bûn, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCAlan qîriyan û sloganên ‘Bê Serok jiyan nabe’ ‘PKK gel e, gel li vir e’ hate berzkirin.
Îsal wê bi şîara “Dem dema serkeftinê ye” li herêma Çûkûrovayê li 5 bajar û 2 navçeyan Newroz bê pîrozkirin. Amedekariyên Newrozê yên li herêmê temam bûn û îro bi Mersînê pîrozbahiyan dest pê kir. Pîrozbahiya Newrozê li Qada Tirmil bi çoşeke mezin pêk hat. Qada Newrozê bi flamayen rengîn hat xemilandin. Pankartên "Em ê tecrîdê bişikînin û faşîzmê têk bibin" , "Newroz pîroz be" û "Kemal Kurkût nemir e" hatin daleqandin. Bi hezaran jin û zarok bi al û flamayên Newrozê yên kesk, sor û zer û bi tilîlî û dirûşmeya ""Bijî Newroz" ketin qada Newrozê.
Jinên ku bi kincên xwe yên neteweyî tevlî Newrozê bûn li qadê bi stran gotin û govend gerandin. Ji qada Newrozê timik dûrişmeyên mîna "Bijî Serok Apo" , "Bê Serok jiyan nabe", "PKK gel, gel li vir e" , "Bijî berxwedana zindanan" bilind bûn. HDK, DBP, TJA, HDP, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mersînê, Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mersînê, parlamenterên HDP'ê yên Mersînê Fatma Kûrtûlan û Ridvan Tûran û Seroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekkirî Elîf Torûn Oneren, Seroka Giştî ya Halkevlerî Nebiye Mertturk, siyasetmedarê Kurd Sirri Sakik û ji 7 saliyan heta 70 saliyan bi hezaran kes tevlî Newrozê bûn.
Bernameya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê herkesî bi yekdengî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehît namirin" berz kirin. Axaftina vekirinê ya bernameyê Hevserokên HDP'a Mersînê Bedriye Kûş û Hoşyar Sariyildiz kirin û cejna Newrozê li beşdaran pîroz kirin. Piştî hevserokên bajar Parlamenterê HDP'ê yê Bajar Ridvan Tûran axivî got ku siberoj ji îro baştir û xweştir be. Piştî Seroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce û Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekkirî Elîf Torûn Oneren jî axivîn û bal kişandin ser têkoşîna yekkirî ya li dijî faşîzmê û peyamên xurtklirina rêya sêyemîn dan.
Parlamentera HDP'ê ya Mersîn Fatma Kûrtûlan jî axivî û ev tişt gotin: "Newroz navê zindîbûn û berxwedanê ye. Em Kurd di şopa Newroza sala 2013'an de diçin. Di Newroza 2013'an de birêz Ocalan deklarasyonek weşand. Di Newroza Amedê de birêz Ocalan çawaniya çareseriya Pirsgirêka Kurd ji dinyayê û Tirkiyeyê re ragihand. Em Kurd ji bo pêkanîna deklerasyona ku birêz Ocalan pêşkêş kir heta dawiyê têbikoşin. Wê bi birêz Ocalan re biaxivin ji bilî vê çareyeke wan tuneye. Em ê bi rêya sêyemîn têbikoşin û aştiyê bînin vî welatî."
Piştî axaftinan hunermend Talat Yeşîl, Azad Bedran û Mehmet Aykût derketin ser dikê û stranên xwe gotin û bernameya Newrozê bi stranên xwe bi dawî kirin.