Di meha Sibatê de 106 cînayetên kar

Li gorî meclîsa ÎSÎG’ê di meha Sibatê de 106 cînayetên li ser kar pêk hat.

Meclîsa Tendirustiya Karkeran û Ewlekariya Kar (ÎSÎG) rapora cînayetên kar a meha Sibatê weşand.  Li gorî raporê di meha Sibatê de herî kêm 106 karkeran di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî raporê herî zêde di qadên înşaat û çandiniyê de cînayetên kar pêk hatine û hate gotin “Di meha Sibatê de 9 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dane. Lê ji ber ku piraniya karkerên penaber bi qaçaxî dixebitin, ev cînayetên kar tên veşartin.”

Di raporê de hate diyarkirin ku sê zarokên karker jî jiyana xwe ji dest dane û hate gotin “31 karkerên temenê wan ser 51 salî jî jiyana xwe ji dest dan. Di cînayetên kar de bi giştî 8 jinan û 98 mêran jiyana xwe ji dest dane.”

Di raporê de hate diyarkirin di du mehê pêşîn ê sala 2022’an de herî kêm 225 karkeran di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dane.