Di lêpirsîna Kobanê de 13 kesên din hatin girtin
Ji 48 kesên bi îdîaya lêpirsîna Kobanê de li gelek bajaran hatin destgîrkirin 13 kes hatin girtin.
Ji 48 kesên bi îdîaya lêpirsîna Kobanê de li gelek bajaran hatin destgîrkirin 13 kes hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna "Kobanê" de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve tê meşandin, der barê 91 kesî de biryara destgîrkirinê hate dayin, 48 kes hatin destgîrkirin.
Îfadeya kesên destgîrkirî ji aliyê sê Dadgeriyên Ceza yên Sûlhê ve hate wergirtin.
Îfadeya 28 kesan temam bû û 13 ji wan hatin girtin.
Kesên hatine girtin wiha ne: Abdûllah Bozkoyûn, Eyupcan Ocal, Erdal Avci, Gulşen Dûran, Berat Anli, Fecrî Tayfûn, Umît Guneş, Zana Doner, Nîzamettîn Onar, Bûrhanettîn Buduş, Hasan Ûgûr Çat, Mehmet Koyûncû, Huseyîn Daş.
Doh bi şev jî Atalay Bayrak, Nîhat Gezîcî, Îlyas Tekîn, Navaf Ok û Halîn Aslanli hatibûn girtin.
10 kes jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welêt hatin berdan.