Di lêpirsîna 28’ê Sibatê de pêla 5’emîn

Di lêpirsîna 28’ê Sibatê de pêla 5’emîn

Di çarçoveya lêpirsîna 28’ê Sibatê ya ku ji aliyê Rejîma AKP’ê ve tê meşandin de operasyona pêla pêncemîn vê sibê dest pê kir.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin di çarçoveya lêpirsîna 28’ê sibatê ya ku ji aliyê wekîlê serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya Rayeya Taybet tê meşandin li Enqre, Stenbol, Îzmîr û Muglayê der barê gelek kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

Her wiha hate ragîhandi k udi nava vana de Korgeneralê Teqawît Vural Avar ku li navçeya Datça ya Muglayê dimîne bo îfadeya wî bê girtin bişînin şandine Enqere.

Polîsan bi ser mala Korgeneralê teqawît Kamuran Orhan yê li navçeya Narlidere ya Îzmîrê dijî de girtin û Orhan şandin Enqereyê.

Ligel vê di çarçoveya lêpirsîna Sibatê de bersûcên doza Balyozê Orgeneralê teqawît Çetîn Dogan, Korgeneralê teqawît Metîn Yavuz Yalçin û parlamenterê MHP’ê K orgeneral Engîn Alan jî îro birin Edliyeya Enqereyê.