Di gilînameya Ugur Kurt de talîmata ‘lêxe’ tine hat hesibandin

Di gilînameya Ugur Kurt de talîmata ‘lêxe’ tine hat hesibandin

Gilînameya der barê kuştina Ugur Kurt ku bi guleya polîsan hat kuştin îro şandin 85’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê. Di îdîanameya ku ji aliyê dozger Hasan Yilmaz ve hatiye amadekirin de derket holê ku delîla herî girîng a ‘ji bo polîsê ku bi guman tê ditîn, amîrê wan 5 caran talîmata ‘lêxe daye’’hatiye tunekirin. Parêzera Malbata Kurd, Asli Kazan ji ANF’ê re axivî û  got ku ev îdîanameya mijara gotinê polîsê gumanbar diparêze. 

Ugur Kurt ê di 22’ê Gulana 2014’an de di dema bîranîna ji bo Berkîn Elvan li Malacemê ya Okmeydani di encama guleya polîsan de jiyana xwe dest, îdîanameya der barê mirina wî de hat amadekirin. Îdîaname şandin 85’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê. Lê di îdîanameyê de talîmata amîran a ji bo polîs Korkmaz a wekê ‘lêxe’ cih negirt.

DÎSA HAT PARASTIN

Di gilînameyê de ji polîsê kujer wêdetir, çalakger hedef tên girtin. Di îdîanameyê de avêtina molotofa çalakgeran  tê cih girtin û her wiha tê gotin ev molotof ji cama wesayîta zirxî dikeve hundir û ajokar V.A û  Ş.K yê li gel wî ji dest û rûyê wê şewitîne,  di vê navberê de 4 çalakgerên ku di nava wan de C.K jî hebûye ber bi wesayîta zirxî reviyane û molotof û kevir avêtine.

Di gilînameyê de tê gotin ku polîsê gumanbar Sezgîn Korkmaz û yê li gel wî B. A ku ji deriyê derve yê wesayîta zirxî derketine ji bo xwe biparêzin gule barandine.

Hat gotin ku di navbera polîsê gumanbar Kokmaz û çalakger C. K de 31 metre heye û ev gule C.K derbas kiriye û li Ugur Kurt ketiye.

DIVÊ JI KUŞTINA QESTÎ BÊ DARIZANDIN

Parêzerê malbata Kurt Asli Kazan da zanîn ku bi vê îdîanameyê dixwazin polîsê kujer biparêzin û wiha got: “Ji bo ev polîs bê parastin dozgerê Buroya Sûcên bi Terorê re Hasan Yilmaz ev lêpirsîn meşand. Ev buroya dozgeriyê bi polîsên TEM’ê re dixebite. Dema ku li ber çavan bê girtin ku Ugur ji aliyê Korkmaz ve hatiye kuştin, dê îdîanameyeke wisa derkeve olê.  Divê polîs Sezgîn Korkmaz ji sûcê bi qestî kes kuştine bê darizandin.”