Di topbarana artêşa rejîma Suriyeyê ya li hemberî Taxa Eşrefiyê ya Helebê ku piranî kurd lê dijîn de, hejmara welatiyên jiyana xwe ji dest da gihişt 15’an.
Piştî ku di seatên serê sibehê de, komek Artêşa Azad xwest bikeve taxa Erşefiyê, lê hêzên YPG’ê nehiştin û ew ji taxê derxistin, artêşa rejîma Suriyeyê jî bi hawanan tax bombebaran kir.
Di encama bombebarana ku saet di 14.30'an de pêk hat û 5 topên hawanê ketin nava taxê de, 8 ji wan kurd, yek tirkmen û 3 jî ereb bi giştî 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di topbaranê de nûçegihanê Ronahî Tv Kendal Welat û nûçegihanê ANF'ê Cudî Ronahî jî di nav de zêdetirî 15 kesan jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku ji kesên birîndar Semah Evdirrehman Şêxo ji gundê Qîbar ê girêdayî Efrînê, Evdilqadir Temo û Xetîce Nasîf Hilo ku ji Taxa Şea ya Helebê reviya bû li Taxa Eşrefiyê bicîh bibû jî, jiyana xwe ji dest da. Bi 3 kesan re, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 15’an.
Herî dawî 16’ê cotmehê li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku piraniya şêniya wê Kurd e, topek hewanê li nêzî nûqteya kontrolê ya asayişa Kurdan ket û di encamê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn
Di van hefteyên dawiyê de êrîşên li hemberî Kurdan zêde bûne. Ev êrîş bi taybet li Heleb û Efrînê pêk tên. Herî dawî di 15’ê cotmehê de artêşa rejîma Sûriyeyê otobûsa ji Efrînê diçû Helebê bombebaran kir û di encamê de yek jê jin bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Navên kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ne: “Abdo Qerbûz, Welîd Xencer, Nazîme Hesen, Kamîran Hesen û Muna Ebdella.”
Di 11’ê cotmehê wesayita ku rêwî dibir Libnanê di rê de li rastî êrîşa çekdarî hat û di encamê de 8 Kurdên ji navçeya Şiyê ya Efrînê jiyana xwe ji dest dan..
Di 9’ê cotmehê de jî wesayîta rêwiyan dema ji Efrînê diçû Helebê, li nêzî bajaroka Heyanê ya Helebê ji aliyê balefirên şer ên Sûriyeyê ve hate bombebarankirin. Di encama bomberana ku saet derdora 12.00’an de pêk hat de 4 welatiyên kurd jiyana xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn
Di 5’ê cotmehê de Balefirên şer ên rejîma Sûriyeyê, li ser riya Efrîn û Helebê mînîbusek rêwiyan bombebaran kir. Di encamê de 3 kurdan jiyana xwe ji dest da, 2 jê zarok 7 kes jî birîndar bûn.
Di 6’ê îlonê de jî, li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, balafirên şer ên rejîma Sûriyeyê bobmebaran kir û di encamê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîdnar bûn. Li hemberî vê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hemû yekînên artêşa Sûriyeyê ji Kobanê derxistin.
Li gorî texmînên dawî hejmara Kurdên li Rojavay Kurdistanê û Sûriyeyê herî kêm 3.5 milyon e û ji vana 600 hezar li paytext Şam û 600 hezar jî li Helebê dijî. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Kurdên li Rojava û bajarên Sûriyeyê diparêze.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku Rojavayê Kurdistanê û bajarên mezin ên Sûriye paytext Şam û Helebê Kurdan diparêzin, gelek caran bang li ciwanên Kurd kirine ku neçin leşkeriya rejîma Sûriyeyê. Li ser vê bangê keç û xortên Kurd tevlî nava refên YPG’ê dibin û gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê diparêzin. YGP’ê di 19’ê Tîrmehê de ango di dema rizgarkirina bajarê Kobanîyê de bi awayeke fermî avabûna xwe ragihandibû. Her wiha, YPG li hemberî êrîşên rejîma Esad ên li hemberî Kurdan çalakiyên bersivdanê pêk tîne. Li gorî texîmanan hejmara milîtanên YPG’ê zêdetirê 10 hezar e û herî dawî li Qamişlo, Efrîn û Kobanê 3 tûgay ava kir.