Di doza tecawiza komî de kesek rastî 3 sal ceza hat!

Di doza tecawiza komî de kesek rastî 3 sal ceza hat!

Li Hîndistanê sala borî  jineke ku xwendekara zanîngehê bû di otobusê de rastî tecawîza komî hatibû û yek ji tecawîzkaran bi hinceta ku ‘dema sûc pêk aniye temenî wî zarok bûye’ rastî 3 sal ceza hat.  Doza 4 kesên din jî didome. Ajokarê wesayîtê yê ku ji organîzekirina tecawizê berpirse jî di meha adarê de di huceraya xwe de mirî hat dîtin.

Li paytexta Yenî Delî ya Hîndistanê 6 kesî tecawizê jina 23 salî kirin û her wiha bi awayekî hovene ew ji wesayîtê avêtibûn. Jina ciwan di encama têkoşîna jiyanê ya 13 rojan de jiyana xwe ji dest dabû. Doza tecawiza komî jî parçe parçe tê dîtin. Der barê 4 kesan de cezayê muebetê tê xwestin.  Der barê tecawîzkarekî din de bi hinceta ku temenê wî biçûke 3 sal ceza hat xwestin.

Biryara dadgehê li welat rastî bertekên tund tê.  Ev kes bi hinceta ku dema sûc kiriye temenê wî biçûk bûye, di dadgeha zarokan de hat darizandin û rastî 3 sal ceza hat.

Bavê jina ciwan wiha got: “Ev zarok be jî, vî kesî ev sûcê hovene kiriye. Divê wekê wan kesên din bê darizandin. Niha piştî sê salan dê derkeve.”

Jina ciwan di 16’ê kanûna 2012’an de dema bi hevalê xwe re ji sînemayê derdike, li bende wesayîtê bû. Li  otobuseke ku derveyê serwîsê bû siwar dibe û di otobusê de rastî tecawiza hovane tê.

Ev bûyer li welat rastî bertekên tund hat. Piştî vê bûyerê gelek turîst û hîndistanî rastî tecawizê hatin.