Di doza sereke ya KCK’ê de 9’ê cotmehê hat protestokirin

Di doza sereke ya KCK’ê de 9’ê cotmehê hat protestokirin

Di çarçoveya doza sereke ya KCK’ê ya Amedê ku 97 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd tên dariznadin, de komploya 9’ê cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.

59’emîn danişîna doza KCK’ê ya Amedê ku di nava wan de şaredar, parlamenter, parêzvanên mafê mirovan jî heyî tên darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin.

Di nava wan parlamentera BDP’ê Selman Irmak jî heyî 23 girtî di danişînê de amade bûn û 64 gumanbar bi hinceta ku rapor wan heye tevli nebûn. Gelek kesî danişîn temaşe kir.

Beriya îkameya delîlan a Cigirê şaredarê Qoserê û endamê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojî ya KCD’ê Selanîk Oner, girtiya komploya 9’ê cotmehê protesto kir û girtî bi wesîleya salvegera kompoloyê li salonê daxuyaniyê didin.