Di dîmenên Walîtiya Colemêrgê de pirsgirêk hene!
Di dîmenên Walîtiya Colemêrgê de pirsgirêk hene!
Di dîmenên Walîtiya Colemêrgê de pirsgirêk hene!
Di 6'ê Kanûnê saet di navbera 16.00-16.30'an ku Mehmet Reşît Îşbîlîr û biraziyê wî Veysel Îşbîlîr bi gulleyên polîsan jiyana xwe ji dest da, di dimenên ku walîtiyê li çapemeniyê belav kirin de saet 16.57'an nîşan dide. Dîmen aşkera nîşan didin bê walîtî çawa bûyerê berevajî dike.
Duh li Geverê çalakiya ku ji bo şermezarkirina texrîbkirina gorên gorên HPG'yiyan hat lidarxistin di saet 14.30'an de bi mudaxeleya polîsan re ket merheleyeke cuda. Bi mudaxeleyê re ku pevçûnan destpê kir, li ser rêya Şemzînanê bi gulleyên tîmên taybet Mehmet Reşît Îşbîlîr û biraziyê wî Veysel Îşbîlîr jiyana xwe ji dest dan.
'Ê BI RASTÎ SABOTE DIKE KÎ YE?'
Mehmet Reşît Îşbîlîr û biraziyê wî Veysel Îşbîlîr, di navbera saet 16.00 û 16.30'an de ku hatin qetilkirin Walîtiya Colemêrgê ji bo daxuyaniya "bi çek bûn" bi hêz bike ku dîmen li çapemeniyê belav kirin saet, 16.57'an nîşan dide. Di dema qetilkirina ap û birazî de ku her kes li ber Nexweşxaneya Dewletê kom bû tê diyarkirin ku pevçûnên li navçeyê bi dawî bûne. Lê belê di dîmenên hatine belavkirin de ku hin sulîetên ne zelal têde xuya dikin wek destpêka çalakiyan tê dayîn.
NÛÇEYA DÎHA WALÎ DEREW DERDIXE
Li gorî ku di di nûçeya DÎHA ya saet 16.54'an nûçe wek "nûçeya lezgîn" ji aboneyên xwe re ragihand Walîtiya Colemêrgê û ajansên alîgir derew derdixe. Dîsa daxuyaniya walîtiyê ya ji ajansên nûçeyan re ragihandibû ku "Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr, milîsên PKK'ê ne û bi polîsan re ketine şer" hûrgiliyeke din a berevajîkirina bûyerê bû.