Di derbarê mamosteyên tevlî grevê bûne de lêpirsîn

Di derbarê mamosteyên tevlî grevê bûne de lêpirsîn

Wezîrê Perwerdeya Netewî ya Tirkan Omer Dînçer diyarkiribû ku, di derbarê mamostayê di 23’ê Gulanê de tevlî grevê bûyîn de lêpirsîn nayê vekirin jî, li Amasya û Denîzliyê di derbarê mamosteyan de lêpirsîn hate vekirin.

Qeymeqamê Gumuşhacikoya Amasyayê Serdar Kartal li gel Miduriyeta Perwerdeya Netewî ya Navçeyê ji hemû saziyên gelemperî re nivîs şandin û lîsteya mamosta û memûrên tevlî grevê bûyîn xwestin. Li ser vê yekê midûrên dibistana jî lîsteya mamostayên nehatîn kar amadekirin û ji Miduriyeta Perwerdeya Netewî re şandin. Hat ragihandin ku lîsteya din ya memûran jî ji qeymeqamtiya navçeyê re şandine.

Serokê Şaxa Amasyayê ya Egitim-Senê Cûmhûr Koca diyarkir ku, li gorî biryara Şûraya Dewletê û hevpeymanên pêve eleqeder kedkaran mafê xwe yê zagonî bikaraniye.

Midurê Perwerdeya Netewî ya Denîzliyê Sebahettîn Akgul jî bilêv kir ku, mamostayên ku hatine testpît kirin, bi hinceta ku karê xwe ne anîne cih wê ji wan parêzname bê xwestin û di derbarê wan de dê hûrkolîn were destpê kirin.