Duwemîn rûniştina 12 Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di roja duwemîn de dest pê kir. Rûniştina roja duwemîn bi merasima sondwarinê dest pê kir û rojeva siyasî û kongre-konferansa neteweyî tê gotûbêjkirin û didome. Ji damezêrnerên KNK’ê George Aryo, bal kişand ser Asûriyên li Başûr û Bakûrê Kurdistanê û diyar kir ku bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Aryo xwest ku rêxistinên Kurd li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.
12’emîn Cıvata Giştî ya KNK’ê bi beşdariya nêzî 30 partî-rêxistinên ji her çar aliyên Kurdistanê û 150 kesan li Brukselê berdewam dike. Civat bi merasima sondxwarinê dest pê kir. Kesên ku beriya niha ji ber hin sedemên cûda derfet çênebûn ku sond bixwin, di vê civatê de sondxwarin. Musa Mihammed, Saren Ater, Ethem Îke, Nesimî Yaman, Nurî Khalifa, Sherwan Hessen, Alî Qadir, Ahmet Aktaş, Ali Abdullali, Seyfettin Surci, Fidan Dogan, Omer Fethi, Ferhat Patiyev, Îsmail Guler û endamê Partiya Komînîst a Bakûrê Kurdistanê Kemal Bîlget sond xwarin û belgeya endamtiyê wergirtin.
DIVÊ BERJEWENDIYÊ NETEWEYÎ DI SER YÊN ŞEXSÎ RE BIN
Nizametin Toguç, bal kişand ku li di sonda hat xwarin de gotina “Ez ê berjewendiyên neteweyî di ser yên şexsî re bibînin” heye û got ku divê hemû siyasetmedarên Kurd vê yekê ji xwe re esas bigirin. Maşallaha Ozturk jî got; “Dewleta Tirk her tim dibêje bila PKK çekan deyne. Armanca wê tasfiyekirin e. Ji ber wê jî divê em zimanê me yê siyasî neteweyî yek be û em baldar bin.”
DIVÊ ROBOSKÎ DI HEVDÎTINÊN DÎPLOMATÎK DE BÎNIN ROJEVÊ
Ozturk destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê Başûrê Kurdistanê biparêzin, lê divê Kurdên Başûr jî heman naziktî û hesasiyetê nîşanî parçeyên din ên Kurdistanê bidin. Ozgurtk got; “Mînak, rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal, dikarin di hevdîtinên xwe yên dîplamatîk ên di asta navneteweyî de Komkujiya Roboskê bînin rojevê û hesabê wê bipirsin.”
ÊRÎŞÊN LI SER ASURIYAN
Yek ji endamên pêşî yên KNK’ê George Aryo diyar kir ku 20 sal in kongreya neteweyî tê gotûbêjkirin û rexne kir ku lê heta niha di pratîkê de pêk nehatiye. Aryo bi bîr xist ku ji şerê Kendavê heta îro ji milyonek û nîv Asuryên li Iraq û Başûrê Kurdistanê tenê 300 hezar kes mane bal kişand ku li Bakûrê Kurdistanê jî hejmara Asuriyan hezaran derbas nake.
Aryo got; “Weke li Başûrê Kurdistanê, li Bakûrê Kurdistanê jî êrîşên aliyên Îslamî yên li ser Asuriyan zêde dibin. Em dibêjin ev êrîş bi plan in. Aryo, bal kişand ser Asûriyên li Başûr û Bakûrê Kurdistanê û diyar kir ku bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Aryo xwest ku rêxistinên Kurd li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.
ABANT HAT REXNEKIRIN
Medenî Ferho, bal kişand ser vekirina dibistanên Cemeeta Gulen ên Başûrê Kurdistanê û lidarxistina Konferansa Abant a li Başûrê Kurdistanê û bal kişand ku Kurdên Başûrê Kurdistanê li hemberî van pêkhateyên li dijî Kurdan tu helwestek nîşan nedane. Ferho destnîşan kir ku ev yek di warê netewiyetê de kêmasiyek mezin e û ji siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê xwest ku li hemberî tevgerên berxwendanê yên li her sê parçeyên din ên Kurdistanê rêzê nîşan bigirin û xwedî li wan derbikevin.
JI BO ROJAVAYÊ KURDISTANÊ PÊŞNIYARA KONFERANSÊ
Beşdarên Civata Giştî ji hemû sazî û komeleyên Kurdan ên li Ewropayê xwestin ku êdî di civîn û raporên xwe de zimanê Tirk bi kar neynin û delegeyek pêşniyar kir ku ji bo Rojavayê Kurdistanê konferanasek were lidarxistin.
Gelek beşdarên din jî xwestin ku Kurd helwesteke neteweyî û nêzîkatiyeke neteweyî nîşan bidin, bal kişandina ku divê êdî partîbûyîna teng were derbaskirin. Her wiha, hat xwestin ku amadekariye baş û xurt ji bo konferans-kongreya Neteweyî ya Kurdan were kirin û di vê konferans-kongereyê de yekitiya neteweyî esas bê girtin. Civat berdewam dike.