Di Civata Giştî ya KNK’ê de 'prensîbên neteweyî'

Di Civata Giştî ya KNK’ê de 'prensîbên neteweyî'

12’emîn Cıvata Giştî ya li paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin bi dawî bû. Di cıvata giştî ya KNK’ê de pêşketinên siyasî, pêvajo û kongre-konferansa neteweyî ya Kurdan hat gotûbêjkirin. Di civatê de bang hate kirin ku bi awayeke şefaf, tevlîbûneke berfireh û li ser esasê demokrasiyê kongre-konferansa neteweyî ya Kurdan bê lidarxistin.

12’emîn Cıvata Giştî ya KNK’ê bi beşdariya nêzî 30 partî-rêxistinên ji her çar aliyên Kurdistanê û 150 kesan li Brukselê 2 rojan berdewam kir, bi dawî bû.

Rûniştina roja duwemîn bi merasima sondxwarinê berdewam kir. Di civatê de roja siyasî hat gotûbêjkirin. Di civatê de hat diyarkirin ku bal hat kişandin ku li Rojhilata Navîn statu ji nû ve bal hat kişandin ku li Rojhilata Navîn statu ji nû ve tên diyarkirin û hat gotin ku divê Kurd jî êdî li herêmê statuya xwe bi dest bixin.

Her wiha, hat diyarkirin ku ya statu û yekitiya Kurdan diyar bike, kongre-konferansa neteweyî ye û bal hat kişandin ku di vî warî de kêmasî hene. Di civatê de hat xwestin ku bi beşdariya hemû partî û rêxistinan komîteya amadekariyê were sazkirin. Hat gotin ku divê di konferans-kongreyê de şêwazê rêveberiyê (xweserî, serxwebûn,federal) bêne gotûbêjkirin.

JI BO PÊŞKETINÊN LI SÛRIYEYÊ FIRSENDA DÎROKÎ

Hema bêje hemû axaftvanan, bal kişand ku pêşketinên li Sûriyeyê ji bo Rojavayê Kurdistanê firsendeke mezin e û bang li hemû Kurdan hat kirin ku piştgirî bidin têkoşîna Kurdan a ji bo bidestxistina statuyê ya li vê parçeya Kurdistanê.

Nizametin Toguç, bal kişand ku li di sonda hat xwarin de gotina “Ez ê berjewendiyên neteweyî di ser yên şexsî re bibînin” heye û got ku divê hemû siyasetmedarên Kurd vê yekê ji xwe re esas bigirin. Maşallaha Ozturk jî got; “Dewleta Tirk her tim dibêje bila PKK çekan deyne. Armanca wê tasfiyekirin e. Ji ber wê jî divê em zimanê me yê siyasî neteweyî yek be û em baldar bin.”

DIVÊ ROBOSKÎ DI HEVDÎTINÊN DÎPLOMATÎK DE BÎNIN ROJEVÊ

Ozturk destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê Başûrê Kurdistanê biparêzin, lê divê Kurdên Başûr jî heman naziktî û hesasiyetê nîşanî parçeyên din ên Kurdistanê bidin. Ozgurtk got; “Mînak, rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal, dikarin di hevdîtinên xwe yên dîplamatîk ên di asta navneteweyî de Komkujiya Roboskê bînin rojevê û hesabê wê bipirsin.”

ÊRÎŞÊN LI SER ASURIYAN

Yek ji endamên pêşî yên KNK’ê George Aryo diyar kir ku 20 sal in kongreya neteweyî tê gotûbêjkirin û rexne kir ku lê heta niha di pratîkê de pêk nehatiye. Aryo bi bîr xist ku ji şerê Kendavê heta îro ji milyonek û nîv Asuryên li Iraq û Başûrê Kurdistanê tenê 300 hezar kes mane bal kişand ku li Bakûrê Kurdistanê jî hejmara Asuriyan hezaran derbas nake.

Aryo got; “Weke li Başûrê Kurdistanê, li Bakûrê Kurdistanê jî êrîşên aliyên Îslamî yên li ser Asuriyan zêde dibin. Em dibêjin ev êrîş bi plan in. Aryo, bal kişand ser Asûriyên li Başûr û Bakûrê Kurdistanê û diyar kir ku bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Aryo xwest ku rêxistinên Kurd li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.

ABANT HAT REXNEKIRIN

Medenî Ferho, bal kişand ser vekirina dibistanên Cemeeta Gulen ên Başûrê Kurdistanê û lidarxistina Konferansa Abant a li Başûrê Kurdistanê û bal kişand ku Kurdên Başûrê Kurdistanê li hemberî van pêkhateyên li dijî Kurdan tu helwestek nîşan nedane. Ferho destnîşan kir ku ev yek di warê netewiyetê de kêmasiyek mezin e û ji siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê xwest ku li hemberî tevgerên berxwendanê yên li her sê parçeyên din ên Kurdistanê rêzê nîşan bigirin û xwedî li wan derbikevin.

Beşdarên Civata Giştî ji hemû sazî û komeleyên Kurdan ên li Ewropayê xwestin ku êdî di civîn û raporên xwe de zimanê Tirk bi kar neynin û delegeyek pêşniyar kir ku ji bo Rojavayê Kurdistanê konferanasek were lidarxistin.

Gelek beşdarên din jî xwestin ku Kurd helwesteke neteweyî û nêzîkatiyeke neteweyî nîşan bidin, bal kişandina ku divê êdî partîbûyîna teng were derbaskirin. Her wiha, hat xwestin ku amadekariye baş û xurt ji bo konferans-kongreya Neteweyî ya Kurdan were kirin û di vê konferans-kongereyê de yekitiya neteweyî esas bê girtin. Civat berdewam dike.

Piştî rojeva siyasî, rapora xebatê ya Konseya Rêveber a KNK’ê hat xwedin û nirxandin li ser hatin kirin. Piştre jî peyama Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ji civatê re şandibû hat xwendin. Karayilan destnîşan kir ku gelê Kurd bi hesret û heyecaneke mezin li benda kongre-konferansa netweyî ye û got; “Wekî tevgera PKK’ê û KCK’ê, ji bo ev Konferansa Netewî kom bibe ku ev heyecaneke mezin dide gelê Kurd û navê gaveke dîrokî ye, em bicihanîna berpirsiyariyên ku dikevin ser me, li hemberî gelê Kurdistanê û tevahî şehîdên Kurdistanê ji bo xwe wekî erkeke nayê derengxistin û wekî deynekî dîrokî dibînin.”

Karayılan di peyamê de pêşniyar û prensîbên KCK’ê yên ji bo konferans-kongreya Neteweyî ya Kurdan bi bîr xist û got; “Konferanseke wiha, Kurdan di rewşa niha de wê bi kîjan statuyê, çawa bijîn û di mijara pêşeroja herêmê de wê roleke çawa bileyîzin, ji bo li ser vê bibin xwedî biryar jî girîngiyeke jiyanî hildigire.”

Piştî peyama Karayilan, raporên komîsyonên KNK’ê hatin xwendin, nêrîn û pêşniyar hatin pêşkêşkirin. Piştre jî derbasî pêşniyarên ji bo xebatên demên pêş ên KNKK bûn. Di çarçoveya pêşniyar û nêrînan de, hêvî û bendewariyên ji bo kongre-konferansa neteweyî hatin zimên.

Piştre, Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzade axaftina girtinê ya civatê kir. Kemalîzade di axaftian xwe de malavahiya hemû beşdaran kir û bang li gelê Kurd kir ku divê demê de ji bo yekitî û azadiyê zêdetir hewl bidin. Dê piştre encamnameya civatê bê aşkerekirin.