Di Behra Egeyê de 13 koçber xeniqîn
Li Behra Egeyê qeyîka koçberan wergeriya û 13 kes xeniqîn.
Li Behra Egeyê qeyîka koçberan wergeriya û 13 kes xeniqîn.
Li Behra Egeyê nêzî Girava Parosê qeyîka koçberan a ku piraniya wan ji Başûrê Kurdistanê bûn, wergeriya. Hate diyarkirin 13 kes di behrê de xeniqîne.
Li gorî nûçeya Ajansa Dewleta Yewnanistanê AMNAyê cenazeyê 11 kesên din jî hatiye dîtin û hejmara kesên xeniqîne bûye 18
HERÎ KÊM 80 KOÇBER DI QEYÎKÊ DE BÛN
63 koçber ji aliyê Yekîneyên Ewlekariya Peravan a Yewnanistanê hatin rizgarkirin û ew birin Girava Parosê. Hate hînbûn ku di qeyîkê de herî kêm 80 koçber hebûn û xebatên lêgerîn û rizgarkirina koçberan didome.
Di sê rojên dawîn de sê qeyîkên koçberan wergeriyan û bi giştî 27 koçber xeniqîn.