Di Balyozê de biryar aşkera bû

Di Balyozê de biryar aşkera bû

Di doza Balyoz de, Daîreya 9. a Ceza ya Dadgeha Bilind biryara xwe aşkera kir.

9. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ku lêkolîna temyîzê ya Doza Balyozê, ku 361 bersûc tên darizandin, biryara xwe aşkera kir. Dadgeha Bilind biryara mehkûmiyeta 63 bersûcan xera kir, der heqê 24 bersûcan de biryara tahliye da û biryara beraatê ya der barê 34 bersûcan de jî erê kir.

Dadîreya 9. a Dadgeha Bilind cezayên Orgeneralê teqawît Çetîn Dogan, Oramîral ê teqawît Ozden Ornek, Orgeneral ê teqawît Halîl Îbrahîm Firtina, Albay ê teqawît Dûrsûn Çîçek, Sekreterê giştî yê berê yê MGK'ê Orgeneralê teqawît Şukru Sariişik, Orgeneral ê teqawît Bîlgîn Balanli, Orgeneral ê teqawît Ergîn Saygûn, Korgeneral ê teqawît û di heman demê de Parlamentê MHP'ê Engîn Alan, Korgeneral ê teqawît Nejat Bek, Koramîral ê teqawît Kadîr Sagdiç, Korgeneral Yûrdaer Olcan û Suha Tanyerî, erê kir.

Bi erêkirina ceza re parlamenteriya Parlamenterê MHP'ê yê Stenbolê Engîn Alan betal bû.