DGH/DGK-H: Divê ciwan li her derê rabe ser piyan!
DGH/DGK-H li dijî êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da û got, “Divê ciwan li hemû metropolan rabe ser piyan û her deverê veguherîne dojehê.”
DGH/DGK-H li dijî êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da û got, “Divê ciwan li hemû metropolan rabe ser piyan û her deverê veguherîne dojehê.”
Koordînasyona DGH û DGK-H’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komara Tirk a faşîst di şexsê Rêber Apo de hewl dide tevahiya gelê Kurd tecrîd bike û tine bike. Dewleta Tirk a ku li Îmraliyê bi berxwedaneke bê hempa re rû bi rû maye, biryar da ku şer belavî çiya, zindan û her derê bike.”
'CAREKE DIN HEVKARIYA PDK'Ê EŞKERE BÛ'
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
"Dewleta Tirk a faşîst di van demên dawî de bi hemû derfetên NATO'yê êrîşî gelê Kurd û gerîla dike. TC'ê hemû derfetên di destê xwe de seferber kir, herî dawî bi malbata Barzanî re hevdîtin kir û di 15'ê Nîsanê de êrîşên hewayî yên dijwar pêk anîn. Ji duh danê êvarê û vir ve wan dest bi operasyona dagirkeriyê ya bejahiyê jî kiriye.
KCK’ê di 26’ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di 15’ê Nîsanê de Komara Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê wê li qadên gerîla êrîş bike.
Ji ber ku di 15'ê Nîsanê de Malbata Barzanî hatin qesrê û bi dîktatorê faşîst elpençe Erdogan re hevdîtin kirin û beşdarî êrîşan bûn, rûyê hevkarî yê PDK'ê careke din eşkere dike.
'WÊ RASTÎ BERXWEDANÊN DÎROKÎ BÊN'
Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a faşîst ên bi şev di bin navê 'Pençe Kîlît' de dane destpêkirin, wê bi berxwedaneke dîrokî re rû bi rû bimîne û (wê berxwedan) bi ser bikeve.
Di ser êrîşê re 24 saet derbas nebû, dagirker hatin rawestandin û ji hin cihan neçar man vekişin û bi dehan kuştî û birîndarên wê çêbûn.
Di vê qonaxê de li metropolên Kurdistan û Tirkiyeyê erkên girîng dikeve ser milê ciwanan. Li beramberî erka ku gerîla bi berxwedan û meşa serketinê pêk tîne, divê ciwan jî li hemû metropolan rabin ser piyan û her derê veguherînin dojehê.
Em weke DGH pirsîna hesabê ji dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wê PDK’ê ku berpirsyarên vê êrîşê ne, weke erka xwe ya sereke datînin pêşiya xwe û diyar dikin ku em ê bi ruhê tolhildanê hesab ji wan bipirsin.
Weke DGH û DGK emê jiyanê li Komara Tirk a faşîst a ku van êrîşan pêk tîne bikin dojeh û ji hemû hêzên hevkar û bi taybet PDK’ê hesab bipirsin û bang li hemû ciwanên welatparêz ên şoreşger dikin ku çalakiyan li dar bixin, roj roja cihgirtina li rex gerîla û ber bi zaferê ve meşiyan e. Her wiha bang li ciwanan dikin ku di çarçoveya pêngava Werin Cenga Azadiyê de tevlê refên gerîla bibin û şer bikin.
Serkeftin wê bi ciwanên Apoyî yên li berxwe didin û çalakiyan li dar dixin bê tacîdarkirin."