DFG: Di erdhejê de 25 rojnamevan mirin
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku ji ber erdheja li Mereşê 25 rojnamevan mirin, êrîş li 14 rojnamevanan hate kirin û 4 rojnamevan jî hatin destgîrkirin.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku ji ber erdheja li Mereşê 25 rojnamevan mirin, êrîş li 14 rojnamevanan hate kirin û 4 rojnamevan jî hatin destgîrkirin.
DFG'ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên piştî erdhejê li hemberî rojnamevanan hate kirin.
Li gorî raporê, di dema erdhejê de li Semsûrê rojnamevan Bûrak Alkûş, Hîdayet Ozdemîr, Îskender Korkût, Kemal Oner, Mûhammed Akan, Rûhî Akan, Yûnûs Emre Dogan, Zubeyîr Pektaş, Îsmaîl Hakki Koçak, Fatîh Bayin, Bariş Can Tabakçi, li Hatayê rojnamevan Ayşe Fîgen Arl, Bûrak Mîllî, Gokhan Aklan, Îzzet Nazli, Neşet Alkan, Erhan Yilmaz, Mehmet Tekîn, Hasan Seîd Okay û Berkay Akay, li Mereşê rojnamevan Mûstafa Yuzbaşioglû, Azîz Çevlîk, Fatîh Nalbantbaşi, li Edeneyê Meltem Ozgen û li Dîlokê jî Fatma Erdogan jiyana xwe ji dest dan.
Di raporê de hate ragihandin ku 25 rojnamevan ji ber ku 'karê rizgarkirinê bi derengî destpê kir' jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha hate gotin, bi ragihandina Rewşa Awarte re karê rojnamevanan hate astengkirin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Dadgeha Cezayê Giran a 4'emîn a Enqereyê, malperên înternetê û qenalên Youtube jî di nav de 340 URL asteng kir. Rojnameya Xwebûn ku yekane rojnameya bi Kurdî ya li Tirikyeyê ye û ajansa NûJINHA ya ku weşangeriya jinê dike, adresên wan ên Twitterê hatin girtin. Li gel van astengiyan, zext û sansurê jî rojnamevan li qadê bûn."
Li gorî raporê, meha Sibatê êrîş li 14 rojnamevanan hate kirin, 4 hatin destgîrkirin, 5 kiryarên xerab lê hate kirin, 19 di dema nûçeyê de hatin astengkirin û 6 jî ketin ber lêpirsînê.
Her wiha hate ragihandin ku 2 malperên înternetê hatin girtin, 2 jê hatin astengkirin, naveroka 345 malperên medya dîjîtal hatin astengkirin.