Rojnamevan Îdrîs Sayilgan bi rêya nameyekê, zext û zordariya li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Trabzonê tên kirin, ji raya giştî re ragihand.
Nameya Sayilgan a li ser mijarê wiha ye: "Zext, şîdet, astengî û polîtîkayên tecrîdê yên li dijî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Trabzonê dewam dikin. Polîtîkayên ku bi fermanname û pêkanînên kêfî bi rengekî rêk û pêk bi cih tên anîn, şert û mercên giran li ser girtiyan ferz dike. Binpêkirina mafên mirovan êdî xwezayî bûye. Bi ragihandina Rewşa Awarte re binpêkirina mafên mirovan zêde bûne û bi tecrîd û zextê hewl têd ayin girtî bê îrade werin hiştin û teslîm bên girtin.
Mafên tên binpêkirin ev in:
Girtiyên tînin girtîgehê, piştî kontrola bi rengekî tazî û êşkenceya fîzîkî dixin qewîşan. Girtiyên ku ji ber lêgerîna bi tazî û êşkenceyê giliyê dikin, bi hinceta 'li ber gardiyanan rabûne' doz li wan tê vekrin û cezayê dîsîplînê li wan tê birîn.
Radyoyên uk berî du mehan bi armanca 'kontrolkirinê' hatin berhevkirin, nayên dayin. Rojnameyê mûxalîf Ozgurlukçu Demokrasî, Rojeva Medya û Evrensel ev salek in nayên dayin. Pirtûk, kovar, broşur û weşanên din ên bi rêya posta yan jî di dema serdanê de tên dayin, nayên radestkirin û tên desteserkirin.
Bi navê lêgerînê timî diavêjin ser odeyan. Pênûs û lênûskên ji kantînê tên kirîn, tên desteserkirin.
Girtiyan bi derengî dibin revîr û nexweşxaneyê. Lewma pirsgirêkên nû yên tenduristiyê derdikevin.
Hevdîtina mehane kirine 2 mehan carekê û dema hevdîtinê jî ji saeteke daxistine 40 deqeyan.
Name carna nayên dayin. Postayên APS û yên bi lez tên şandin jî, piştî mehan tên dayin. Kincên bi kolî tên, nayên dayin. Berberê ku divê mehê carekê bê, du mehan carekê tê. Di dema dawî de xwarinên bêhna genî jê tê, didin.
Astengiya herî balkêş jî ev e: di dema kişandina wêneyekî de destûr nayê dayin ku 3 kes di wêneyekî de xuya bike. Nikarin xwe lê rabigirin ku di wêneyekî de jî girtî li hev bicivin.
Hevdîtina girtiyan bi parêzeran re, tevî ku di fermanname û qanûnan de hene jî, tenê hefteyekê carekê destûr jê re tê dayin.
Personel û wezîfedarên girtîgehê carna dikevin nava hewldanên provokatîf. Girtî dema nerazîbûnê nîşan didin bi cezayê hucre û dîsîplînê tên cezakirin.
Girtî li odeyên gemarî û teng ên kontrola tenduristiyê tên hiştin. Ev jî dibe sedem ku pirsgirêkên nû yên tenduristiyê rû bidin.
Wekî din, ji ber ku cihê girtî derdikevin derve kûr û teng e, ev yek ji aliyê derûnî ve zexteke giran li girtiyan dike."
Di nameyê de hat destnîşankirin, ku girtî wê polîtîkayên tepisandinê qebûl nekin û ji bo çareserkirina an pirsgirêkên zêde bûne, bang li rêxistinên mafên mirovan û saziyên demokratîk kir, ku bi berpirsyarî û hişyarî tevbigerin.