Dewleta Tirk rojnameya Kurdî Xwebûn qedexe kir
Dewleta Tirk tekane rojnameya Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê Xwebûn ku ji 2019'an û wir ve weşanê dike, qedexe kir.
Dewleta Tirk tekane rojnameya Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê Xwebûn ku ji 2019'an û wir ve weşanê dike, qedexe kir.
Malpera înternetê ya rojnameya Xwebun.org, bi biryara Saziya Ragihandin û Teknolojiya Zanînê ya hejmar 490.05.01.2022-93453 a dîroka 28’ê çileya 2022’an hat astengkirin. Rojnameya Xwebûnê ji 21’ê kanûna 2019’an ve dest bi weşanê kiriye û tekane rojnameya heftane ye ku li Bakurê Kurdistanê bi Kurdî weşanê dike.