Dewleta Tirk revand, 27 sal in agahî jê nayê standin

Li aqûbeta Ismaîl Bahçecî pirsîn, ku beriya bi 27 salan dewleta Tirk revandibû û nema agahî jê hate standin.

Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 874’an ku bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîlên wan bên cezakirin li dar dixin, bi awayekî online pêk anîn. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta xwendekarê Dibistana Bilind ê Weşan û Çapemeniyê yê Zanîngeha Marmarayê Îsmaîl Bahçecî  pirsîn, ku di 24’ê Kanûna 1994’an de piştî li Stenbolê hat destgirkirin û nebedîkirin. 

Birayê Bahçecî, Ûmût Bahçecî diyar kir  birayê wî li Leventê ji aliyê 4 kesan ve bi darê zorê li wesayîtê hatiye siwarkirin û revandin. Bahçecî, bi lêv kir ku piştî birayê wî hat revandin, kesek li wan geriyaye û gotiye ‘kurê we hate destgîrkirin, lê xwedî derkevin’. Bahçecî, anî ziman ku piştî telefonê çûne dozgeriyê û wiha got: “Em çûn 2’yemîn şaxa siyasî ya Gayrettepeyê. Ji me re gotin ‘kesekî wisa neanîne vir’. Tu caran binçavkirina wî qebûl nekirin.”
 
Bahçecî, da zanîn ku beriya kekê wî were revandin polîsan du hefteyan carekê bi ser mala wan de digirtin û wiha berdewam kir: “Her tim pirsa Îsmaîl dikirin. Digotin ‘heke ji xeynî me hin kesên din wî bibînin wê nebaş be.’ Hem gef dixwarin hem jî malbat aciz dikirin. Dewletê kiribû hişê xwe de ku Îsmaîl winda bikin. Bi her awayî înkar kirin. Me weke malbat têkoşîna vê da, em didin û em ê bidin jî. Heta ku em hemû windayan bibînin em ê dengê xwe li her qadê bilind bikin.” Bahçecî, helbesta bi navê “Dayik (Ana)” ya beriya ku birayê wî birevînin nivîsandibû jî xwend. 
  
Pişt re Mirova Şemiyê Salîha Şanli axivî û xwest ku aqûbeta Bahçecî were aşkere kirin û faîlên wî yên tên parastin bên darizandin. Şanli, anî ziman ku peywîra xwe ya hiqûqî bi cih neaniye û wiha got: “Hemû serlêdanên têkildarî windakirinên di bin çavan de bê encam dimînin.”
  
Şanli, dazanîn ku dema Bahçecî hat qetilkirin dixwestin ciwanên zanîngehê bêxin bin kontrola xwe û wiha berdewam kir: “Di serê salên 90’î xwendekarên zanîngehê, li dijî pergala YOK’ê xwe birêxistin dikirin û komele ava dikirin. Îsmaîl Bahçecî jî di nava vê rêxistinkirinê de cih girt û serokê Federasyona Komeleyên Xwendekarên Tirkiyeyê bû. Gelek zext li wî hatin kirin. Gelek caran hat destgîrkirin û îşkenceyên giran dîtin. Di sala 1993’yan de biryara girtina wî hat derxistin û polîsan dest bi lêgerîna wî kirin.”
 
Şanli, bal kişand ser ku polîsan piştî 24’ê Kanûnê roja Bahçecî hat revandin, careke din bi ser mala wan de negirtin.