Dewleta Tirk 18 caran ji bejahî û 2 caran jî ji hewayê êrîş kir

Ligel ku erd hejiya û QSD’ê çalakiyên xwe yên leşkerî da sekinandin, dewleta Tirk 18 caran ji bejahî û 2 caran jî ji hewayê êrîş kir.

Bi erdheja di 6’ê Sibatê de ya li Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û Tirkiyeyê re hemû rojevên heyî guherîn û bala her kesî çû ser van herêman. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rojeva sereke ya Rêveberiya Xweser û QSD’ê bû ku hemû tevgera xwe xistin bin xizmeta civakê. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo alîkariyên mirovî ji herêmên erdhejê re amade kir lê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve nehatin derbaskirin.

Bi vê rewşê re QSD’ê hemû çalakiyên xwe yên leşkerî dane rawestandin. Ji bo rewşên awarte yên civakî-mirovî QSD xwedî amadekarî bû ku tîmên taybet li ser armanca xizmeta civakê, mudaxeleyên lezgîn ava kirin. Piştî erdhejê QSD’ê xuya kir ku ew amade ne, tîmên taybet derbasî tevahî Sûriyeyê û herêmên di bin dagirkeriyê de bikin ku gel ji bin kavilan derxin.

Lê dewleta Tirk, çeteyên wê û hikumeta Şamê rê nedane tîmên taybet ku derbasî herêmên erdhejê bibin. Her wiha ji bilî astengkirina derbasbûna tîmên taybet, dewleta Tirk û çeteyên wê di vê rewşa erdhejê de êrişên xwe zêde kirin. Di 18 rojan de dewleta Tirk 2 êrişên hewayî û 18 êrişên bejahî kir. Di encama van êrişan de 2 welatî şehîd ketin û gelek birîndar çêbûn. Welatiyekî 70 salî ku piştî erdhejê ji Helebê xwe li Şebayê girtibû, di êrişên dewleta Tirk a li ser Şehbayê de hate qetilkirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî anî ziman ku ji roja destpêka erdhejê de, hêzên QSD’ê ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî, rizgarkirina gel ji bin kavilan û rakirina kavilan amade bû. Şamî diyar kir ku wan hewl daye tîmên taybet ên QSD’ê bişînin herêmên Sûriyeyê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk-çeteyên wê de, lê dewleta Tirk, çeteyên wê û hikumeta Şamê bi awayekî erênî nêz nebûne.

Şamî bal kişand ser rawestandina çalakiyên QSD’ê yên leşkerî û diyar kir ku ev erkeke exlaqî û mirovî ye û got: “Biryara me ya rawestandina çalakiyên leşkerî ji aliyê dewleta Tirk ve hate bikaranîn. Dewleta Tirk tu carî li dijî gel û herêmên me şer nedaye rawestandin. Beriya niha me rexneyên xwe li hêzên navdewletî yên li herêmê kiribûn û em niha jî dikin. Sekn û dengê wan yên nizm helbet dibe sedem ku dewleta Tirk zêdetir cesaret bigire û êrişên xwe berdewam bike.”

Şamî destnîşan kir ku dewleta Tirk xwest bangên mirovî yên hêzên herêmê - navdewletî careke din bixe xizmeta şer ku di vê rewşê de jî êriş dike. Şamî anî ziman ku dewleta Tirk bi van êrişan re ji bo dagirkirina herêmê dixwaze QSD’ê lawaz bike.