BI DÎMEN

Destûrdayîna civîna Çavûşoglû li Metzê hate protestokirin

Destûrdayîna rayedarên Fransa ya ji bo civîna Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû ya li Metzê hate protestokirin. Hewldana êrîşa faşîstan a li ser çalakiya protestoyê jî hatin astengkirin.

Li gel sosyalîst û partiya komînîst ciwanên Kurdistanî jî beşdarî çalakiya li pêşiya waltiyê ya li bajarê Metz ê Fransayê hate lidarxistin bûn.

Endamên Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad, dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Diktator Erdogan” , “Faşîst Tirkiye ” û “Bijî Serok Apo” bi zimanê Fransî û Tirkî qîr kirin.

Hewldana êrîşa koma faşîst a li hember çalakiyê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.